Rejîma Tirkiyê ber bi hilweşandinê ve diçe

Bê guman rejîma dewleta Tirk a dîktetor a bi serkêşiya Recep Tayyîp Erdogan di nav rêze aloziyan re de ye ku dê bi hilbijartinên bê re hilweşe.

Sînyalên helweşîna rejîma Tirkiyê pir in,  a herî dawî di hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyê de diyar bû ku di encam de oposîzyona Tirkiyê bi serket û partiya desthilatdar di navendên xwe yên sereke de binket. Cenga herî mezin li Stenbolê bû yanî aliyê ku di şaredariya wê de bi serkeve wê Tirkiyê bi dest bixe.

Aboriya Tirkiyê di aliyên cuda de têk diçe. Milyarên Qeterê êdî nikarî Tirkiyê ji wê hilweşînê xilas bike. Qeterê jî piraniya istismaratên xwe li Tirkiyê winda kir. Ji ber wê aloziyek nû ji bi penaberên sûrî re derxist. Di hemleyên serdegirtinê yên dewleta Tirk de  gelek kes bi zorê neçar man vegerin herêmên bi nakok ên Sûriyê û hinek din jî neçar man xwe bidin ber mirinê da ku derbasî Ewropayê bibin ku Erdogan wê bi DAIŞ û penaberan tehdîd dike.

Dema zordest bi xeteriyê li ser kursiya xwe dihese, aloziyên hundirîn bi dewletên cîran re derdixe ji bo ku ji rastiyê bi reve û di çapemeniyê girêdayî xwe derewan diafirîne. Hemwelatiyê Tirk derdora 14 saetan dixebet ji bo ku karibe xwarina xwe peyda bike. Xizantî û bêkarî bi hezaran Tirk neçar kir ku li derfetên jiyana baş di piraniya welatên ewropî de bigerin. Du stasyonên siyasî aboriya Tirkiyê dan pêşiya rastiyê:

Ya yekemîn piştî xistina balafira şer a Rûsyayê ye û ya duyamîn girtina keşeyê amerîkî ye. Di her du stasyonan de hemû ketin ferqê ku aboriya Tirkiyê tenê derewek e. Tirkiyê li pêşiye girtekekê ji hêla Washingtonê û Moskovayê ve nekarî li ser pêyan bimîne. Lîreya Tirkiyê daket, Erdogan jî hema lêborîn ji Putin piştre Trump bi şertên her duyan xwest.

Yên ku rewşa Tirkiyê û bûyerên ku der heqê opozîsyona Tirkiyê û hevkarên Erdogan ên berê dişopînîn di nav de Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê berê û Abdullah Gul wê bikeve ferqê ku Rejîma Tirkiyê hema bêje wê bikeve. Her du beriya ku parçebûna xwe ji partiyê ji ber zordestiya Erdogan ragihînin û partiyek nû ava bikin, kesayetên girîng di rejîma Tirkiyê de ne û avakerên AKP`ê bûn.

Dema mirov kirinên Erdogan di sê salên dawîn e di ber çavan re derbas bike wê bibîne ku aloziya wî ji ya ku di çapemeniyê de tê radigîne kurtir e. Di van salan de 15 zanîngeh li Tirkiyê hatin girtin. Herî dawîn beriya çend rojan bû bi hinceta ku girêdayî Ehmed Dawûdoglu ye. Ên beriya wê jî girêdayî Gulen û hêzên opozîsyonê ne. Tevî bi dehan rêxistinên xêrxwaziyê bi heman hincetê girtin. Di girtekekê de ya herî kirît dema rejîma wî derdora 30 serokên şaredariyên Tirkiyê yên di hilbijratinên dawîn de bi dest xistine, ji kar dûr xist. Sûca wan a tekane ji ber ku endamên partiyên opozîsyona Tirkiyê ne.

Tirkiyê di serdema Erdogan de di cîhanê de bû dewleta herî êrişker û  ya ku rojnamevanan digire. Wek dewleta duyemîn di cîhanê de ku girtîgehên wê tijî kesên ji opozîsyon e. Li gorî texmînên navdewletî piştî derbeya binkeftî çaryek milyon hemwelatiyê tirkî di girtîgehên Tirkiyê de ne. Tevî bi sedan dozên îşkenceyê, kuştin û bûyerên qetilkirinê mîna ku bi siyasetmedara sûrî Hevrîn Xelef re rû daye. Ji bilî dûrxistina bi hezaran karmendên hikumetê ji cîhaza dadgehê û saziya leşkerî. Ev hemû ji ber ku ji kabûsa hilweşandinê ditirse. Ji ber wê aloziyan bi gelek dewletên cîhanê û kesayetên li ser pêşeroja xwe ya siyasî wek tehdîdekê dibîne re derdixe. Mîna ku bi fermandarê filistînî yê girîng Mihemed Dehlan re kir.

Erdogan û rejîma wî ya zordest ne tenê desteka rêxistinên terorîst dike û fermandarên girêdayî rêxistina navdewletî ya Ixwan El-Muslimîn, DAIŞ û Cebhet El-Nusra hemêz dike, lê belê êrişa xwe ya nû li ser Sûriyê pêk tîne, bi taybet piştî ku komên terorîst yên ku sponseriya wê dike, nikarîn dewleta Sûriyê wêran bikin. Desteka xwe ji wan koman re li paytexta Lîbyayê Terablusê didomîne û bi topbarana êrişî serdestiya Iraqê  dubarekirî dike, êrişî Misrê dike, planên wê heya Qibrsê dirêj dikin ji bo zeviyên petrol û gazê li deryaya herêmî kontrol bike. Bi awayekî yekser di revîna bi sedan çeteyên DAIŞ`ê de ji girtîgehên bakurê Sûriyê bû alîkar. Gefxwarinên xwe li her derê pêk tîne. Aştiya navdewletî di dosyayên terorê de tehdîd dike, ev hemû ji bo ku di desthilatdariyê de bimîne.

Erdogan dikare êrişî dewlet, kesayetan bike û tevgera terorîstan hêsan bike. Rayedarên ku ji edaletê revîne hemêz bike û nasnameyan didan wan ji bo ku karibin  tevbigerin. Lê heya kengî wê civaka navdewletî ev reftariya dijber a rejîma desthilatdar a Tirkiyê ya ku zêde dibe tehemul bike? Piştî hilweşîna wî ya nêz wê kijan dewlet nasnameya xwe bide Erdogan?

(şx)

ANHA