Rejîma Sûriyê: Rejîma Erdogan bi êrîşa dijminane xwe dixe rêza komên terorîst

Wezareta Karên Derve ya rejîma Sûriyê bi gotinên giran daxuyaniyên rejîma Tirkiyê û bicihkirina hêzên wan li ser sînor şermezar kirin û got "Heger rejîma Erdogan di pêkanîna êrîşên xwe de israr bike, ew ê xwe bixe rêza komên terorîst û komên çete."

Çavkaniyeke fermî ji Wezareta Karên Derve û Koçberan ji ajansa Sana ya ser bi rejîma Sûriyê re diyar kir ku Sûriyê bi gotinên giran daxuyanî û niyetên rejîma Tirkiyê û bicihkirina hêzên leşkerî li ser sînorê Sûriyê şermezar dike ku ev yek binpêkirina zagonên navdewletî û biryarên Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye ku tekez dike divê rêzdariyê bide aramî û serokatiya Sûriyê.

Çavkanî got kiryarên dijminatiyê yên rejîma Erdogan berjewendiyên wê yên dagirkeriyê û firehiyê li ser xaka Sûriyê diyar dike û bi tewanî nayê îzahkirin.

Çavkanî got divê Sûriyê tekeziyê li ser hurmet, serokatî û aramiya xaka xwe bide, bi vê yekê îradeya li dijî dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazên rewa israr dike.

Di dawiyê de çavkanî got Sûriye dibêje heger rejîma Erdogan di pêkanîna êrîşan de bi israr e ew bi vê yekê xwe dixe rêza komên terorîst û komên çete, her wiha sifeta xwe ya garantoriya di xebata Astanayê de winda dike û derbeyeke mezin li xebata giştî ya siyasî dixe.

Dewleta Tirk hêzên xwe li ser sînor bi cih dike û gefên dagirkirinê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 70 hezar kes ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê her wiha zêdetirî hezar çeteyên biyanî ku ji zêdetirî 50 dewletî ne, dijîn.

(bx)


Mijarên Din