Rejîma Sûriyê nahêle li Efrînê dibistanên kurdî vebin

Endamên rejîma Sûriyê li gundê Eqîbe yê girêdayî navçeya Şerawa nahêle dibistanên zimanê kurdî werin vekirin. Ji ber wî jî şênî li dijî wan derketin.

Di çarçoveya siyaseta rejîma Sûriyê ya li dijî şêniyan de, hêzên rejîma Sûriyê îro nehişt ku şêniyên navçeya Şêrawa dibistanên zimanê kurdî li gundên xwe vekin.

Ji ber wê jî şêniyên gundê Eqîbe yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî wan, xwepêşandan li dar xistin û ber bi dibistana gund ve çûn. Şêniyan tekez kir ku ew nahêlin dibistanên bi zimanê erebî jî li gundên wan vekin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din