Rejîma Sûriyê nahêle alîkarî derbasî Şehbayê bibe

Hikumeta rejîma Sûriyê rê neda kamyonên alîkariyên tenduristiyê yên şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo Şehbayê re şandibûn, derbasî kantonê bibin.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bi hevkariya Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Helebê pere kom kirin da ku pê dermanan bikirin û ji şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê re bişînin.

Alîkariyên ku hatibûn komkirin li ser bendên kantorlê yên rejîma Sûriyê hatin astengkirin.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiryarên rejîma Sûriyê şermezar kirin û bang li rêxistinên mirovî kirin ku destwerdana lezgîn ji bo parastina jiyana koçber bikin.

Welatiyê bi navê Ciwan Şaşo ji şêniyê taxa Şêxmeqsûd e, got ku ew dixwazin alîkariyê pêşkêşî şêniyên koçber ên li kantona Şehbayê bikin, lê hikumeta Sûriyê derbaskirina alîkariyan qedexe kir.

Ciwan wiha domand: "Rejîma Sûriyê çi sûdê digre ku nehêle derman derbas bibe, ew alîkariyên mirovî ne, ne çek in."

Her wiha şêniyê bi navê Mihêdîn Hemo, got ku ew nikarin alîkariyên ji şêniyên Efrînê re bişînin, ji ber qedexe dikin.

Mihêdîn destnîşan kir ku "Rejîma Sûriyê nahêle alîkariyên tenduristiyê derbas bibe û şêniyên Efrînê jê sûdê werbigirin, helwestên rejîmê nayên guhertin, tu cudahî di navbera wê yekê û kuştina Kurdan de tine ye, gelek zarok û jin û temen mezin hene ku pir pêwîstiya wan bi derman heye."

Her wiha Hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya taxa Şêxmeqsûd Leyla Hesen diyar kir ku benda kontolê ya rejîma Sûriyê nahêle alîkarî bigihêje şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê, jiyana şêniyan di xeteriyê de ye.

Leyla bang li rêxistinên mafên mirovan û mafên zarokan kir ku destwerdanê bikin da ku jiyana sed hezaran ji sivîlên dorpêçkirî di metirsiyê de ye.

(jo)

ANHA