Rejîma Sûriyê hevpeymana Amerîkî-Tirkî ya der barê “Herêma ewle”red kir-HATE NÛKIRIN  

Ajansa Sana ya girêdayî rejîma Sûriyê, li ser çavkaniyekî fermî yê Wezareta Karê Derve ya Rejîmê ragihand ku rejîm hevpeymana ku Amerîka û Tirkiyê der barê “Herêma ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye, red dike.

Li gorî heman çavkanî: “Hevpeyman yekbûn û serweriya axa Sûriyê û rêgezên qanûnên navneteweyî û mîsaqa NY`yê binpê dike.”

Çavkaniyê hevpeyman wekî "Dijminahiya serweriya xaka Sûriyê, binpêkirina rêgezên qanûnên navdewletî û hevpeymana Netewên Yekbûyî dibînin."

Heman çavkanî got: “Vê hevpeymanê hevkariya Amerîka û Tirkiyê di dijminahiya li ser Sûriyê de zelal kir. Hevpeymana Amerîkayê û Tirkiyê li gorî berjewendiyên dagirkeriya Îsraîlê û zêdegaviyên Tirkiyê re ye.”

Çavkaniyê têkildarî vê hişyariya ji"Rûdana şerekî berfireh ji alîgirên rejîma Tirkiyê re ku li Sûriyê, Lîbyayê û heta li Sûdanê, hewldana gendeliyê dikin û ev yek dê rê nede zindîkirina deshilata Osmaniyan."

Çavkanî îdîa kir ku "Kurd alav û hincet e” ji vê “projeya dijminahî” re û bang li Kurdan kir ku bi “Artêşê” re parastina “yekbûna axa Sûriyê, serwerî û aştiya wê” bikin.

Rêveberiya Xweser berê jî ji hikumeta li Şamê xwestibû ku bi wan re dagirkeriya dewleta Tirkiyê li ser Efrînê rawestîne, lê rejîma ku li gorî fermanên Rûsyayê tev digere, hevpeymana Rûsya û Tirkiyê ya ku wê  Tirkiyê bihêle ku çekdar ji Xûta Şamê derkevin, li beramberî dagirkirina Efrînê, erê kir.

Heman çavkanî bang li civaka navneteweyî û NY`yê kir ku dijminahiya Amerîka û Tirkiyê ku wê bi xwe re metirisî û gefan li dijî aşitî û istiqrara li herêmên û cîhanê bixe, şermezar bike, her wiha hemû kedên ku ji bo derketina ji aloziya Sûriyê wê vala biçin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hikumeta Şamê kir ku bi erka xwe beramberî parastina sînorê Sûriyê rabe, lê rejîmê beramberî vê yekê şertê ku rewş wekî berî şoreşê çêbibe, lê gelên herêmê ku li dijî terorê qurbanî dane vê yekê napejirînin.

(eh)


Mijarên Din