Rejîma Sûriyê destwerdanê red dike, lê belê…

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê destwerdana Tirkiyê red kir û got ev yek desthilat û yekitiya Sûriyê binpê dike.

Ji destpêka destwerdanên derve di kar û barên Sûriyê de û bi taybet ên Tirkiyê ku parçeyek ji Sûriyê dagir kiriye, rejîma Sûriyê dibêje ku ew li dijî destwerdanê ye. Lê heta niha tu gavên pratîk ku rastiya daxuyaniyên wan tekez bike, tune ne.

Îro dîsa rejîma Sûriyê bi rêya Wezareta Karên Derve tişta ku berê gotibû, dubare kir. Di daxuyaniyên berê yên Wezareta Karên Derve ya Sûriyê de hatibû gotin lihevkirinên Tirkiye- Amerîkayê binpêkirinên ji pîvana zagonên navdewletî û mîsaqa NY`yê re ne.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker destpêka 2018`an li dijî Efrînê, rejîma Sûriyê daxuyaniyên bi vî awayî dan lê her mabû esîra helwesta Rûsyayê ku destwerdana rejîmê ji êrîşên Tirkiyê re red dikir.

Di daxuyaniyê de Wezareta Karên Derve destwerdanên derve ji kar û barên Sûriyê re ku dihêle temenê aloziyê dirêj bibe û kûrtir bibe, şermezar kir.

Çavkaniyekî fermî ji wezaretê ji ajansa Sana re got: "Îdiayên ku Tirkiye ji bo êrîşên li djiî Sûriyê dibêje bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî, siyasetên vê rejîmê ku heta niha bingeha sereke ya terorîstan e, vê yekê diderewîne." 

Her wiha çavkanî di axaftina xwe de wiha destnîşan kir: "Ji bo bidawîkirina aloziyê bi rêya çareseriya siyasî bi serkêşiya gelê Sûriyê em tekeziyê li ser berdewamkirina diyalogên bi encam bêyî destwerdanên derve dikin û aramî û ewlehî li Sûriyê vegere."

Tişa ku di daxuyaniya rejîma Sûriyê de bala mirov dikişîne ku îdia dike ku ew hewl dide aloziya Sûriyê bi rêya çareseriya siyasî bi serkêşiya gelê Sûriyê çareser bike. Lê rastî berovajî daxuyaniyên wan e, ji ber ku Rêveberiya Xweser bang li rejîma Sûriyê gelek caran kir ku li ser maseya diyalogan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê rûnên, lê rejîm her tim li ser nêrîna xwe ma bêyî ku tu gavan ber bi çareseriyê ve biavêje.

Helwestên rejîma Sûriyê yên bi vî awayî li beramberî destwerdanên derve gelek gumanan der barê cîdiyeta rejîmê li dijî destwerdanên derve, çêdike.

(bx)


Mijarên Din