Rejîma Sûriyê ber bi Idlibê ve pêş dikeve

Hêzên rejîma Sûriyê li gel topbarana bejahî û hewayî heya sînorên parêzgeha Idlibê pêş dikeve. Ji aliyekî din ve bûyerên kuştinê yên dijî endamên Rejîma Sûriyê li Deraayê berdewam in.

Di gelek xetên beşa bakurê gundewarê Hemayê de şer di navbera Hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên girêdayî Tirkiyê de rû didin. Li gel topbarana bejahî û haweyî. Hêzên rejîmê pêşketinek nû bi dest xistin û gundê El-Saxir, depoyên wê, gundê El-Cîsat ê li bakurê Hamayê kontrol kirin. Bi vê yekê nêzî bajarokê El-Habît başûrê Idlibê dibin.
Çandêrgeha Sûrî windahiyên ku ji ber topbarana hawayî û bejahî çêbûne belge kirin. Di encama wan êrîşan de 18 çete, 7 endamên Hêzên Rejîma Sûriyê hatin kuştin. îhtîmal heye ku hejmara kuştiyan li gel hebûna haletên kirîtîk di nav birîndaran de bilind bibe tevî agahiyên girêdayî kuştiyên din.
Girêdayî heman mijarê balafirên Rejîma Sûriyê bi 20 êrîşan deverên li xeta El-Saxir, Keferzîta, El-Latamne û El-Seyade yên gundewarê bakurê Hamayê, Xan Şêxon, El-Xiwên û Terîî yên gundewarên başûr û başûr rojhilatê Idlibê kirin hedef. Hejmara bermêlên teqemeniyê yên ku hîlokopterên rejîma Sûriyê li ser herêmên El-Saxir, El-Latamne û Kefezîta li bakurê Hamayê, El-Hebît başûrê Ildibê tevî Kebane yê çiyayê Kurdan berandine gihaşt 31.
Her wiha hejmara êrîşên balafirên rejîma Rûsyayê li dijî herêmên li bajarê Xan Şêxon û derdora wê li gundewarê başûrê Idlibê, bajarokê Keferzîta yê bakurê gundewarê Hamayê, girên Kebane yê gundewarê Lazîqiye gihaşt 24 êrîşan. Her wiha çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam wesayîteke leşkerî ya hêzên rejîma Sûriyê li xeta Hakûre yê deşta El-Xab bi moşekekê kir hedef.
Bûyerên kuştinê der heqê çekdarên ku bi rejîma Sûriyê re lihev kirine de li Deraayê berdewam in.
Ji aliyekî din ve bûyerên kuştin û hedefgirtina endamên hêzên rejîma Sûriyê û endamên ku bi rejîmê re li hev kirine didomin. Hindek çekdar du çekdarên ku bi rejîmê re lihev hatine li bajarê Deraayê bi guleyan kuştin. Tê bi bîrxistin ku di demek berê de hindek çekdar bi rejîmê re li hev kirin û tev lî nav refên hêzên Koma Çaran a hêzên Rejîmê bûn.
Her wiha li taxa bakurê bajêr şerek rû da û heya saetan dom kir. Lê heta vê kêliyê tu agahî girêdayî windahiyan nehatin bidestxistin.
Çavdêrgeha Sûrî roja Çarşemê belav kir ku hindek çekdar tê texmînkirin ku ji Berxwedana gelêrî ne kesek ku bi Hizbullah re kar dike bi awayekî veşartî li bajarokê Nahte yê rojhilatê gundewarê Deraayê kuştine. Tevgera berxwedana gelêrî li Deraayê di van çend rojên borî de zêde bûye.
(şx)


Mijarên Din