Rejîma Sûriyê bajarokê Kefer Hemra topbaran dike

Rejîma Sûriyê vê êvarê ve bajarokê Kefer Hemra li bakur rojavayê Sûriyê topbaran dike.

Nûçegihanên ajansa me ji bajarê Helebê ragihandin ku Hêzên Rejîma Sûriyê vê êvar dest bi topbarankirina bajarokê Kefer Hemra yê girêdayî herêma Çiyayê Seman kir. Ev bajarok bi 7 km li bakur rojavayê Helebê ye û di bin kontrola çeteyên girêdayî Tirkiyê ye. Rejîmê ji sê aliyan ve Çarxerêya El-Lêramûn, Kastêlo  û Mesakên El-Sebîl bi topan û moşekan êrîş kir. 

Heta niha û li gel ku topbaran berdewam e ti agahiyên girêdayî zirarên topbaranê nehatin bidestxistin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din