Rejîma Sûriyê ambargoyeke giran li ser Şehbayê ferz kiriye

Rejîma Sûriyê bi milyonan lîreyên Sûriyê baceyan ji alîkariyên ku diçin kantona Şehbayê fer dike. Li aliyekî din jî nahêle nexweş ji bo tedawiyê biçin Helebê. Nahêle sotemenî û derman derbasî kantonê bibe.

Kantona Şehbayê dikve bakurê rojavayê bajarê Helebê û tenê çend kilometer ji herêma Helebê cihên di bin serweriya rejîmê de dûr e.

Baceyan li alîkariyan ferz dike

Li ser rêya di navbera kantona Şehba û herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyê de 5 bendên kontorlê hene. Ev bend bi navê "Bace" pereyan ji şêniyên Efrînê yên di rê re derbas dibin, distînin.

Endamê Komîteya Alîkariyê ya Kantona Efrînê Ehmed Îsa anî ziman ku rejîma Sûriyê armanc dike bi hemû rêbazan îradeya gelê Efrînê bişkîne.

Îsa destnîşan kir ku rejîma Sûriyê li her kamyoneke alîkariyan ên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne Şehbayê milyon û nîv bacê ferz dike.

Ji ber rê neda ku ambulans derbasî Helebê bibe 50 nexweş mirin

Li herêma Şehbayê derfetên tendurisiyê kêm in. Rejîma Sûriyê rê nade ku nexweşên li Şehbayê ji bo tedawî biçin Helebê. Li gorî rayedarên Rêveberiya Xweser a Kantona Şehbayê di encamê vê yekê de zêdeyî 50 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Rê nadin ku sotemenî derbasî herêmê bibe

Derbarê sotemeniyê de Îsa ev tişt anî ziman: "Rejîma Sûriyê heta niha bermîleke mazot ji bo gelê Efrînê neşandine û ji bo tenkerên sotemeniyê yên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji efrîniyên li Şehbayê re dişîne 3 milyon lîreyên Sûrî ferz dike. Ev yek azarên cotkaran zêde dikin. Ji milekî din jî di zivistanê de ji ber sermê nexweşî zêde dibin."

Her wiha rejîma Sûriyê nahêle cereyên gazê derbasî Şehbayê bibin.

Li Şehbayê nexweşxaneyeke biçûk û 6 nuqteyên Heyva Sor a Kurd lê hene. Rejîma Sûriyê nahêle bijîşk ji Helebê biçin Şehbayê û alîkariya xebatkarên tenduristiyê bikin. Li her kamyoneke dermanan 7 milyon lireyên Sûrî ferz dike.

Dîsa jî Furqeya 4‘an a rejîma Sûriyê alavên malan ên gund û navçeyên Şehbayê didizin û derbasî Helebê dikin. Tê gotin ku 3 cihên komkirina van alavan çêkirine.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din