Rejîma Îranê êrişî kolberan kir: Kolberek hat qetilkirin, 2 jî birîndar bûn

Hêzên rejîma Îranê carekdin êrişî kolberan kir. Di encama êrişê de kolberek hate kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya kolbernewsê, li ser sînorê navbera Rojhilat-Bakur û Rojhilat- Başûrê Kurdistanê, kolberê bi navê Keywan Kewserî yê xelkê Bane ku bavê 2 zarokan bû, ji bilindahiya çiya ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye.

Heman çavkaniyê da zanîn ku rejîma Îranê êrişî komek kolberek kirine. Di encama êrişa hêzên rejîma Îranê de kolberê bi navê Loqman Çwargoşte hate kuştin. Her wiha kolberên bi navê Mensur Çwargoşte û Meysem Mihemedî jî bi giranî birîndar bûn.e


Mijarên Din