​​​​​​​Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd bi dar ve kirin

Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, şevê din di saet di 00.30’an de rejîma Îranê girtiyên siyasî yên Kurd Sebîr Şêxzade û Diyako Resûlzade bi dar ve kirin.

Girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navê Sebîr Şêxzade û Diyako Resûlzade duh biribûn hucreyên yekkesî yên girtîgeha Urmiyeyê û şevê din jî birin cihê darvekirinê.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) duh bi daxuyaniyekê ji rayedarên Îranê xwestibû ku cezayê darvekirina van her du girtiyan rawestîne.

Her wiha Rêxistina Mafê MIrovan a Îranê jî ragihand ku berî ku ev her du girtî werin darvekirin, nehiştine malbat û xizmên xwe bibînin û wiha da zanîn: “Sebîr û Diyako bi dar ve kirin ku hem di dema lêpirsînê de, hem jî di dema meşandina dadgehê de, ev cezayê xistine stûyê wan, red kirine.”

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan hîn cezaneyên her du girtiyan radestî malbatên wan nekirine.

Sebîr Şêxzade û Diyako Resûlzade, di Adara 2014’an de ji aliyê hêzên Îtlaetê ve li Mehabadê hatibûn destgîrkirin. Her du girtî bi hinceta ku di merasîmeke li bajarê Mehabadê ya 9’ê Îlona 2010’an de mayîn teqandine, hatibûn binçavkirin.

Lê di 22’yê Îlona 2010’an de fermandarê hêzên Artêşa Pasdaran a Îranê Mihemed Pakpûr bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan kesê teqîn pêk anîbû, kuştiye.


Mijarên Din