Rejîm û Rûsyayê “herêma bêçek” bombebaran kir

Hêzên rejîma Sûriyê û Rûsyayê dest bi bombebarankirina “herêma bêçek" kir. Balafirên şer ên Rûsyayê îro sibehê gundewarên Hemayê bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku piştî nebûna balafirên şer li asmanan, îro sibehê careke din derketin holê û bajarokê Keferzîta û gundê Letmîn li bakurê gundewarên El-Hemewî bombebaran kirin.

Hêzên rejîmê bi dehan topan herêmên li Keferzîta, Zekat, Morik, Hiwêcê, Hewaş û Sermaniyê û gundewarên bakurê Hemayê û bakurê rojava kirin hedefa xwe.

Her wiha komên çete bi topavêjan cihên hêzên rejîmê li derdora El-Hakûrê li Sehil El-Xab gundewarên bakurê rojavayê Hemayê kirin hedefa xwe.

AFP`ê ragihand ku dûmana spî li ser Xan Şêxûn dikeve, ew yek di bombebarana asmanî de li gelek taxên bajêr pêk hat. Nûçegihanê AFP’ê got gelek erebe û erebeyên bar ên biçûk bi destpêkirina bombebaranê de ji bajar derketin û sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn, derxistin.

Rejîmê roja pêncşemê erêkirina xwe ji rawestandina şer li Idlibê ragihand û şert kir ku dewamkirina agirbestê bi hevpeymana Rûsya û Tirkiyê li ser avakirina “herêma bêçek" li herêma Idlibê pêk were.

Bombebaran piştî ku fermandariya hêzên rejîmê "komên terorîst ên Tirkiyê" bi tawana ku "nexwest agirbest pêk were û gelek êrîş ser sivîlan li herêmên ewle pêk anîn" dest pê kir.

Fermandariyê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe li dijî rêxistinên terorîst dest pê bikin, ji ber ku erêkirina agirbestê bi şertê ku Enqere hemû erkên xwe li gorî hevpeymana Soçiyê pêk bîne û pêk nehat, çêbû.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên Sûriyê bermîlên teqemenî ser gelek herêmên Idlibê û derdora wê de avêtin, di destpêkê de li bajarê Xan Şêxûn pêk hat ku balafirên Rûsyayê jî derbe lê xistin.

Navendê duh, kuştina 4 sivîlan bi bombebarana bermîlên teqemeniyê ku bajarokê Morik li gundewarên bakurê Hemayê kir hedefa xwe, belge kir û destnîşan kir ku yekemîn kuştina sivîlan e piştî hilweşandina hevpeymana agirbestê.

(jo)


Mijarên Din