Rejîm li başûrê Idlibê pêşde diçe

Hêzên Rejîma Sûriyê li gel topbaran û şerên dijwar, gundê Til Sikîk ê li başûrê gundewarê Idlibê kontrol kir û êdî  ji bajarokê El-Timanaa nêz dibe. Her wiha hêzên Rejîma diwazin bajarê Xan Şîxon ê stratejîk kontrol bikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên Rejîma Sûriyê bi desteka hawayî û bejayî êrîşeke nû bir nuqteyên komên çekdar ên li başûr gundewarê Idlibê. Navendê diyar kir ku li eniyên Sikîk û Til Sikîk şerên dijwar rû didin.

Hêzên Rejîma Sûriyê piştî topbarana dijwar û vekişandina komên çete yên girêdayî Tirkiyê devera Til Sikîk kontrol kir, bi vê yekê nêz herêma El-Temanaa ya gundewarê başûrê dibe û çavê wê li bajarê Xan Şêxûn ê stratejîk e.

Di encama şerên di navbera her du aliyan de 10 çete û 5 endamên hêzên Rejîma Sûriyê hatin kuştin.

Girêdayî heman mijarê  Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê daxuya kirin ku di encama bombeberdûmana balafirên Rûsya yên li derdora bajarokê El-Temanaa yê gundewarê başûrê Idlibê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 17 kes birîndar bûn, di nav de 11 zarok û 3 jin hene.

Ji destpêka êrîşên balafirên Rejîma Sûriyê û Rûsyayê ve û êrîşên bejahî yên Rejîma Sûriyê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê li herêmên bêçek di 30`yê Nîsana borî de û heta îro hejmara sivîlên ku hatine kuştin gihaştin 808 sivîlan.

Hêzên Rejîma Sûriyê di destpêka Tebaxê de çalakiyên xwe li li herêmên bêçek ji nû ve destpê kirin.

Serçeteyê Heyet Tehrîr El-Şam(Cebhet El-Nusra berê) Ebû Mihemed El-Colanî li ser banga Rûsya û Tirkiyê vekişîna ji herêmên bêçek red kir.

(şx)


Mijarên Din