Rejîm bi bermîlan çiyayê El-Ekrad bombebaran kir

Helîkopteran  hêzên rejîmê vê sibehê dîsa li asîmana bejahiyên bakurê Laziqiyê geriyan û bi bermîlan çiyayê El-Ekrad bombebaran kir.

Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye, balafirên  rejîmê sibehê pêncşema derdora Kebane li çiyayê El-Ekrad bi bermîlan bombebaran kir. Li aliyekî din jî helîkpoterên derdora Kebane bi dirêjahiya rojan piştî ku duh nehatiye diyarkirin, bombebaran kir.

Girêdayî mijarê, hêzên rejîmê dîsa derbeyên bejahî li derdora Kebane li çiyayê El-Ekrad a li bejahiya bakurê Laziqiyê, bajarok û gundên Meret Herme, Um Sêr, Termela, Merzêta û Rekaya yên bejahiyên başur û başurê rojhilatê Idlibê, topbaran kirin.

Navenda Çavdêriyê diyar kir ku rejîmê piştî nîvê şeva berê û vê sibehê herêmên Berebo, Webêde, Dêr Nibul ê li çiyayê Şehşebo yê li başurê Idlibê û herêmên dîtir ên li derdora Xan Şêxon, Tehtaya, Babolîn, Kefersicne û Rekaya, topbaran kirin. Li rexê jî balafirên keşfê li asîmana herêma qaşo bêçek digeriya.

(fr)

 


Mijarên Din