Rejîmê bersiva êrîşeke ji bakurê Lubnanê da

Rejîma Sûriyê diyar kir ku li hêzên parastina asmanî moşekeke ku ji bakurê Lubnanê ber bi bajarê Misyafê ya girêdayî Hemayê ve di saetên êvarê de hatibû avêtin, hate rûxandin.

Çavkaniyekî leşkerî ji rejîma Sûriyê got hêzên parastina asmanî moşekek di seatên êvara roja pêncşemê de ku ber bi bajarê Misyafê de hatibû avêtin, kir armanca xwe û ew rûxand.

Çavkanî wiha got: "Aliyên parastina asmanî, êrîşa ku ji bakurê Lubnanê ber bi bajarê Misyafê de hat, kir armanca xwe û beriya bigihîje armanca xwe, ew rûxand."

Di demên dawîn de Îsraîlê êrîşên xwe zêde kirine ku dibêje ew binkeyên Îran û Hizbullaha Lubnanî di hundirê xaka Sûriyê de dike armanc.

Rûsyayê jî pergalên parastina asmanî yên pêşketî radestî Sûriyê kirin, lê xuya dike li dijî balafir û moşekên Îsraîlê nayên bikaranîn.

(jo)


Mijarên Din