Rejîm berovajî rewşa xwe... komîteya destûrê dûrî destwerdanên derve ye!

Rejîma Sûriyê berovajî rewşa xwe, îro dibêje ku hevdîtina El-Muallîm û Pedersen erênî bû û her du alî teqez dikin ku tenê ji mafê gelê Sûriyê ye ku serkêşiya kar û xebatên komîteya destûrê bike.

Ajansa Sana ku nêzî rejîma Sûriyê ye, ragihand ku îro wezîrê karên derve yê rejîmê Welîd El-Muallîm bi nûnerê navneteweyî yê sekretêrê giştî yê NY`yê li Sûriyê Geir Pedersen re civiya.

Ajansê wiha diyar kir: "Di hevdîtinê de dozên girêdayî avakirina komîteya destûrê, mekanîzma û tedbîrên karê wê, di nav de rola wê li gorî tedbîrên zelal ku berê li ser li hev kirine, dûrî destwerdanên derve, lêkolîn kirin."

Dewletên garantorên Astanayê Rûsya, Îran û Tirkiye di civîna Enqereyê de ku hefteya çûyî hate lidarxistin, ragihand ku wan pêşketinek di avakirina komîteya destûrê de pêk aniye, dûrî hemû aliyên aloziya Sûriyê, di nav de rejîma Sûriyê.

Rejîmê di hevdîtina îro ya El-Muallîm û Pedersen de ne li gor rastiya heyî tev geriya ku got: "Civîn baş bû, nerînên her du aliyan li ser teqeziya ku gelê Sûriyê tekane yê mafdar e ku serkêşê xebata destûrê be û divê gelê Sûriyê bi xwe pêşeroja xwe diyar bike bêyî destwerdanên derve."

Hîna jî nakokiyên "dewletên garantor" hegemonyaya hewldanên xwe di avakirina komîteya destûrê de dikin ku gelek civînên wê vala derketin.

Rejîma Sûriyê dûrî rastiyê dikeve û axaftinên wê li ser serdestiya Sûriyê û serxwebûna wê, lê çavdêr dibînin ku ji civîna Enqereyê ya dawî dibînin ku nîqaşên "dewletên garantor" der barê destûrê de fikra dewleta Sûriyê ji hev xist.

(jo)


Mijarên Din