Rêdûr Xelîl: Gumanên me hene ku Tirkiyê çekên ne normal bi kar tîne

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê QSD‘ê Rêdûr Xelîl ji ber çekên ku artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne, bi taybet di êrîşên li ser bajarê Serêkaniyê de fikarên xwe anîn ziman.

Li gorî agahiyên ku ji bajarê Serêkaniyê hatine wergirtin , dibe ku artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li ser bajêr de çekên fosforî bi kar tîne.

Xelîl, di Odya "Whatsapp" de ku gelek rojnamevan tê de ne nivîs. Nivîs ji aliyê Mûdîrê Buroya Ragihandinê ya QSD‘ê Mistefa Balî ve hate weşandin. Rêdûr Xelîl got: "Piştî 8 rojan ji êrîşên Tirkiyê ku hemû derfetên xwe yên leşkerî û teknîkî ji bo dagirkirina bajarê biçûk Serêkaniyê bi kar anî û ji ber derbeyên giran ku artêş û komên cîhadîst ên girêdayî wê xwarin, asta hovîtiya wê di du rojên dawî de bilind bû. Di vê çarçovyê de  bê navber êrîşên hawayî û obusan bi kar tîne.

Xelîl her wiha got: "Gumanên me hene ku çekên têne bi karanîn ne normal, bandora vê yekê li ser laşê birîndaran xuya dike."

Rêdûr Xelîl bang  kir" Erka sazî û rêxistinên têkildarî e ku vê mijarê lêkolîn bike û piştrast bike."

Bijîşkeke ku di Nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê de dixebite ya ku pêşwaziya birîndarên êrîşê dike,  anî ziman ku ne dûr e ku çekên qedexekirî hatine  bi karanîn.

ANHA


Mijarên Din