Rûdanên 3 mehan yên Tirkiye/DAÎŞ li Eyn Îsayê: Dagirkerî, talan û qirkirin

Piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Girê Spî dagir kirin vê carê berê êrîşê xwe dan Eyn Îsa'yê. Di encama van êrîşan de çeteyên DAIŞ‘ê yên di girtîgehan de û zarokên wan yên di kampande fîrarkirin, şaneyên razayî ketin nava liv û tevgerê.

Di vê dosyayê de em ê behsa rewşa 3 mehên dawî ya navçeya Eyn Îsayê anku ji êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û vir ve bikin.

GIRINGIYA ERDNÎGARIYA NAVÇEYA EYN ÎSAYÊ

Navçeya Eyn Îsa di aliyê rêveberiyê de girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Girîngiya navçeyê ew e ku dikeve ser rêya stratejîk a M4 ku rêya lez a Hesekê- Heleb e. Her wiha rawestgeheke ku li aliyê başûr dighêje bajarê Reqayê û li aliyê Bakur dighêje Girê Spî Kobanê,Minbic û Heleb li aliyê rojava ye.

Di navçeya Eyn Îsayê de Kurd, Ereb û malbatên Ermen dijîn.

Navçeya Eyn Îsayê ji ber cihê wê jeosiyasî yê girîng ku herêmên Bakurê Sûriyê bi hev ve girêdide bû navenda sereke ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, QSD, Meclisa Sûriye Demokratîk. Her wiha Koalîsyona Navdewletî baregeheke xwe li navçeyê ve kir. Ji ber vê yekê şandeyên navdewletî û herêmî serdana wê dikin.

ÇİMA DAGIRKERÎ ÇAVÊ XWE BERDA VÊ NAVÇEYÊ

Piştî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê ku di dîroka 9‘ê Cotmeha 2019‘an de destpê û dagirkirina bajarên Girê Spî û Serêkaniyê çavbirçîbûnê wî yên berfirhebûna li herêmê zêde dibe.

Ji ber vê yekê êrişên xwe li ser navçeyên Til Temir û Eyn Îsayê  da destpêkirin da ku herêmên stratejîk dagir bike bi taybet ên li ser rêya M4. Her wiha bi kontrolkirina navçeya Eyn Îsayê rêya herêmên Cizîrê û Firatê qut bike.

Dagirkeriya Tirk piştî ku destek ji şaneyên xwe yên veşartî yên DAIŞ‘ê û malbatên wan ên di kampa Eyn Îsayê xwest  xwe li derdora navçeya Eyn Îsayê li aliyê rojava û bakur bi 3 km ji navend dûr bi cih kiriye.

RÛDANÊN DI NAVA 3 MEH Û NÎVEKÊ DE

Rexmî îdiayên serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan a avakirian "herêma ewle" di navabera Girê Spî û Serêkaniyê de lê êrişên li ser herêmên din bi dawî nebûne.

Piştî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê Koalîsyona Navdewletî di navîna Cotmehê de baregehên xwe yên leşkerî yên li navenda navçeya Eyn Îsa, Sirîn û gundê Xirab Işk ê başûrê Kobanê vala kirin.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji bilî êrişên li ser gundên tijî şênî rêzbaên tirsandin, qetilkirin û talankirinê dimeşînin.

Tevî ragihandina peyamana agirbestê ku dewleta Tirk a dagirker û Rûsya li hev kirine û erêkirina QSD‘ê  ku 32 km dûrî herêmên sînor bikeve lê êrişên dagirkeriya bi dawî nebûn, li gel wê dagirkeriya Tirk çeteyên DAIŞ û malbatên wan ên di girtîgeh û kampan de revandin.

DAGIKERÎ ALÎKARÎ DA ÇETEYÊN DAIŞ Û MALBATÊN WAN DA KU BIREVIN

Hem wextî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêma Girê Spî çeteyên DAIŞ‘ê yên di girtîngeha Eyn Îsayê de alozî derxistin.

Di dîroka 13‘ê Cotmehê de çeteyên DAIŞ‘ê girîgeh şewitandin û reviyan.

785 çeteyên DAIŞ‘ê ji girîgehê reviyan. Piştî bombebarana dagirkeriya Tirk a li dijî derdora kampê malbatên çeteyên DAIŞ‘ê ber herêmên dagirkirî ve reviyan û aloziyeke di hundirê kampê de çêkirin.

Di dîdroka 16‘ê Cotmehê de malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên di kampê de mabûn kamp şewitandina da ku revîna xwe ya ji kampê veşêrîn û ber bi dagirkeriya Tirk ve biçin.

Piştre hebûna bi sedan çeteyên DAIŞ û malbatên  wan ên ku kampa Eyn Îsayê reviyan li bajarê Girê Spî hate belgekirin. Dagirkeriya Tirk çeteyên ku reviyan tevî malbatên wan di malên niştecihên resen ên hatin koçberkirin bi cih kir.

DEPOYA ŞERGIRAKÊ HATE DAGIRKIRIN Û TALANKIRIN

Dagirkeriya Tirk di binpêkirinên xwe de dewam kir, êrişî gundên navçeya Eyn Îsayê kirin, gundê Şergirakê û depoyên wê bi armanca dagirkirinê gelek caran hate hedefkirin. Depoya Şergirakê mezintirîn depoyên ceh û genim li herêma Firatê û têra 150 hezar ton ceh û genim dike.

Di çarçoveya lihevkirina Rûsya –Tirkiyê de û piştî civînekê di hundirê depoyê de hate lidarxistin, Rûsya di 16‘ê Mijdara 2019‘an de depoya gundê Şergirakê ya 15 km dikeve bakurê navenda navçeya Eyn Îsayê radestî dagirkeriya Tirk kir.

Dagirkeriya Tirk piştî ku depoya Şergirakê dagir kir, dest bi talankirina ceh û genimên tê de kir ku bi qasî 50 hezar ton bû û derbasî Tirkiyê kir, her wiha alavên tê de rûxand.

Di dîroka 23‘yê Mijdara 2019‘an de artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê êrişeke dijwar bire ser derdora milê Bakur kampa Eyn Îsayê.

Her wiha gundên Seyda, Mueleq, Hoşan û derdora wê kir hedef. Di heman demê de hewl dan ber bi kampa Eyn Îsayê û gundên navborî ve pêşde biçin da ku navenda navçeyê dorpêç bikin, di encamê de rêya M4 kontrol bikin, lê berxwedana QSD‘ê hemû êriş şikandin.

Rêxistina tenduristiyê ya Free Burma Rangers di pêşwazîkirina birîndaran de dibe alîkar, dema ber bi cihê ku 3 sivîl lê birîndar bibûn ve diçû da ku wan ji êrişên dagirkeriya Tirk rizgar bikin caran duyem ambulans û endamên wê hatin hedefkirin.

SIVÎL DI RÊYA KOÇBERIYÊ DE TÊN HEDEFKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di dîroka 16‘ê Cotmeha 2019‘an de li gundê Rafai komkujiyeke pêk anî dema ku gundê bi çekên giran topbaran kir. Di encama vê topbaranê de sivîlê bi navê Ehmed El-Ebdo (35) ku bavê 4 zarokan şehîd bû û 3 jî birîndar bûn. Birîndar ev in; Meryem Abdullah El-Corî (14), Ehmed Hemûd El-Ebd (34) ku bavê du zarokan û jina bi navê Yasîm Mihemed El-Elî (33). Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Reqayê.

Di dîroka 25‘ê Cotmeha 2019‘an de dagirkeriya Tirk li gundên Ricêman ê bakurê malbatek ji 6 kesan pêk dihat jê 4 zarok bi temamî kir hedef. Di hedefkirinê de dayik Sena Mihemed Elî, bav Ehmed Mihemed Elî û zarokên wan Mihemed, Mehmûd, Mustefa û Cûd ku temenê wan di navbera 4 heta 10 salî ye birîndar bûn. Endamên malbatên rakirina nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş a navçeyê ji ber giranbûna rewşa ji bo nexweşxaneyên bajarê Reqayê hatin veguhestin.

Di 21‘ê Kanûna 2019‘an de balafirên SÎHA‘yê yên dagirkeriya Tirk gundê Seyda yê 2 km dikeve bakurê Eyn Îsayê bombebaran kir, di encamê de 3 sivîl birîndar bû, rewşa birîndarekî giran e.

Çeteyên dagirkeriya Tirk  piştî ku gundê Erîda yê bakurê roavayê navçeyê dagir kirin du kesên temenmezin Îbrahîm Hesen El-Îsa (57) û Mehmed Zahir Seyad (61) qetik kir.

Êrişên dijwar ên li ser gund û hedefkirina malên sivîlan a bi armanca koçberkirina wan didome, ji ber topbaranê du zarok ji malbatekî birîndar bûn.

ROLA REJÎM Û RÛSYA DI NAVÇEYÊ DE ÇI YE?

Di çarçoveya lihevkirina QSD û hêzên Rûsya de di dîroka 1‘ê Kanûna 2019‘an de hêzên  Rûsyayê li herêma navbera navçeya Til Temir û Eyn Îsayê belav bûn. Li ser vê yekê navenda koorînde û lihevkirinê ya QSD û hêzên Rûsya li navçeyê ava kir. Her wiha hêzên Rûsyayê baregeheke berê ya Amerîkayê li navçeyê ji xwe re kir baregeheke leşkerî. Li gorî lihevkirinê endamên rejîma Sûriyê dê li derdora rêya M4 û gundên li derdora herêmên dagirkirî belav bibin bêyî ku derbasî navenda navçeyê bibin û di tûgeya 93‘ an de bimîne.

Rexmî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser nuqteyên hêzên rejîma û kuştin û birîndarkirina endamên wê lê hêzên Rûsya û rejîmê bersiv û helwesteke cidî nedan.

Li aliyekî din hêzên Rûsyayê dewriyeyên xwe li ser rêya M4 demeşîne û qeweta leşkerî ji baregehên xwe yên Sirîn ber bi Til Temir û Qamişlo ve dişîne.

BANDORA ŞERÊ TAYBET LI ŞÊNIYÊN NAVÇEYÊ

Ji ber şer, êriş, tirsandin û siyasetên şerê taybet ku dagirkeriya Tirk li dijî şêniyên navçeyê dimeşîne ji destpê êrişan ve koçberiya bi ber bajarê Reqa û gundewarê wê ve destpê kir.

Her wiha ji ber bicihbûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li derdora navçeyê û qutkirina rêya navdewletî ya stratejîk rewşa aborî li herêmê xirab bû.

Li ser vê mijarê hevserokê Meclisa Navçeya Eyn Îsa Mustefa Mihemed got: "Di çarçoveya şoreşa Sûriyê de komên çete û yên terorîst mîna Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam gelek caran êrişî navçeyê kirin. Lê piştî QSD‘ê navçe rizgar kirin jiyan vegeriya aramiya xwe û tevahî xizmet peyda dibe."

Mihemed got: "Piştî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser kantona Girê Spî û Serêkaniyê bi hezaran kes koçber bûn. Di ragihandinê de agahiyên li ser binpêkirinên li herêmên dagirkirî têne kirin, diyar dibe, ji ber vê yekê şêniyan koçberiya bi ber Reqayê ve pejirand."

Tê destnîşankirin ku şênî têgihiştine ku ji bilî mayîna li malên xwe û berxwedanê rêyek din nîne, ji ber vê yekê gelek kesan ku di destpêka êrişan de koçber bibûn, vegeriyan navçeyê.

Mihemed dibêje: "Şer bandorek di aliyê derûnî û aborî li navçeyê kir. Gund hatin dizî û talankirin, rêya derbasbûna bazirganiyê hate qutkirin. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê niha 2 km nêzî rêya navdewletî ne, ev yek jî xeter e. Li aliyekî din balafirên bê mirov bi domdarî li ser herêmê digerin û bi awayekî dem dem êriş dike da ku şêniyan koçber bike, lê rexmî vê yekê şênî hêdî hêdî vedigerin malên xwe."

Balafirên keşfê yên bi çek ên dagirkeriyê bi domdarî li ser herêmê dike. Di 9‘ê Çileyê de bendeke kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li aliyê rojavayê navçeyê kir hedef, ku ji girîngtirîn bendên parastinê ye ji ber ku li ser rêya navdewletî de dike, di vê êrişê de 2 kes birîndar bûn.

Li gel van binpêkirinan şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê di 9‘ê Çileyê de li herêma di navbera gundên Ebû Sira û Îstîrahet Seqet de qut kirin li ser rêya navdewletî rê li pêşiya du sivîlan girtin û erebeya wan dizîn.

Her wiha gundên Seyda, Hoşan, depoya Cehbel, Dibis û Xalidiyê bi domdarî têne topbarankirin.

ANHA


Mijarên Din