Rîcal El- Kerama: Divê civaka navdewletî li dijî dagirkeriya Tirkiyê bisekin e

Rîcal El- Kerama yên şêniyên Siwêda ya Sûriyê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di oxira têkbirina DAIŞ`ê şehîd dane, NY`yê û rêxistinên mafên mirovan kirin li dijî qirkirina mirovahiyê bisekirin.”

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rîcal El- Kerama ku ji rêola Durzî ya parêzgeha Siwêda ya Sûriyê pêk tê, daxuayniyek dan. Daxuyaniya Rîcal El- Kerama wiha ye:

"Rewşa ku welatê me Sûriyê têre derbas dibe, ji binpêkirinan bigire û heta bi êrîşên derkeve, beramberî vê yekê bêdengiyekê navdewletî heye, rê li pêşiya karîseteke dîrokî bê hempa vedike û hemû pêkhateyên Sûriyê di ber xwe.

Em jî wekî Rîcal El- Kerama êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Komara Sûriyê ya Erebî şermezar dikin, her wiha bang li NY`yê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî bobelata  muhteml a mirovî bisekinin.

Her wiha em li dijî guherîna dîmografiya xaka welat in.

Em rola mezin a qurbaniyên ku birayên Kurd di têkbirina Rêxistina Dewleta Îslamî ya terorîst canê xwe dane, bi bîr dixin û li dijî êrîşên ku biratiya gelê Sûriyê xerabike red dikin.

Di dawî de û ku ne dawî jî, em wekî Rîcal El- Kerama -Çiyayê El-Ereb isbat dikin ku:

Tenê Sûriyê welatê me ye

Em ne muxalif in û ne jî alîgir in, tenê bawer in ku hemû gelê Sûriyê bi hemû pêkhate, ol û rêlolên xwe bira ne û ev jî rêgeza me ye, ji dema ku şêx û şehîd Ebû Fehed Wehîd El-Belûs nîşanî me kiriye. Em ser venegeryane û ne em ê vegerin jî. Şehîd Ebû Fehed wiha digot, em welatpazên neteweyî ne, ereb in, di heman demê de mirov in û ji mirovahiyê hez dikin.Em li ser vî esasî dûrî hemû nakokî û lihevkirinên siyasî yên ku dibe qurbaniyên vî welatî yên bê guneh bi rê ve birine, datînin aliyekî.”

(eh)


Mijarên Din