Rêberê Meclisa Rûhanî ya Êzidiyan wefat kir

Rêberê Meclisa Rûhanî ya Êzidiyatî li cîhanê Xirto Îsmaîl di temenê 87 salî de wefat kir.

Rêberê Meclisa Rûhanî yê Êzidiyan Şêx Xirto Hecê Îsmaîl (Bavê Şêx) îro li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê ji ber nexweşiyeke giran di temenê 87 salî de wefat kir.

Rêberê Meclisa Rûhanî di nav êzdiyan de wekî "Bavê Şêx" tê naskirin. Bavê rûhanî yê êzidiyan e, ji ber ku ew şahê Fexredîn temsîl dike.

Her wiha çavdêriya hemî mijarên têkildarî zanist û hînkirinên êzidiyan dike.

ANHA


Mijarên Din