Ji zêdetirî 24 salan ve tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin. Li hember wê tecrîdê bertek û bangên pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî û şermezarkirina bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî bilind dibin.
Têkildarî mijarê, endama Rêveberiya yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê Suha El Seîd îşaret bi bandorbûna jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Efganistanê jî jin bi vî fikrî bandor bûne. Fikrê Rêbertî, hewldanên jinan bi pêş xistin û rola wan di civakê de xurttir kir. Êdî li tevahî aliyên jiyanê cih digire. Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, divê jin hewldanên xwe zêde bikin.”
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Sefa El Ehreş jî got: "Rêber Abdullah Ocalan di dîroka mirovahiyê de guhertineke fikrî ya mezin çêkir ku wî perspektîfên çareserkirina dozên jinan li Rojhilata Navîn danîn. Nexasim projeya neteweya demokratîk ku jinan bi rêya wê di hemû qadên jiyanê de cih girt.”
AZADIYA GELAN BI AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN VE GIRÊDAYÎ YE
Sefa El Ehreş destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldana bêdengkirina gelên azadîxwaz û peydakirina fîtneyan di nav gelên herêmê de ye.
Sefa wiha zêde kir: "Em dê pêkanîna projeya neteweya demokratîk û şopandina rêya Rêber Abdullah Ocalan bi rêya zêdekirina xwepêşandan û daxuyaniyan bidomînin. Jinên Ereb jî dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan asta têkoşîna xwe bilind bikin û planên dijminan têk bibin."
Her wiha, Meyede Remedan jî bal kişand ser rola fikrê Rêber Abdullah Ocalan di rizgarkirina jinan de û got: "Bi saya fikr û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan em ketin rêya têkoşîna li dijî bindestî û koletiyê."
'DIVÊ EM DILSOZÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN BIN'
Fatme Meşan destnîşan kir ku bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan jinan bi giştî û jinên Ereb bi taybetî xwe nas kirin û ji hişmendiya baviksalariyê parast û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê em dilsozên Rêber Abdullah Ocalan bin û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bixebitin."
Her wiha, Firyal Qesûm diyar kir ku divê jin ji bo bidestxistina mafên xwe û avakirina welatekî azad fikrê Rêber Abdullah Ocalan bişopînin û ji wî re dilsoz bin da ku di dawiyê de azadiya wî ya fîzîkî pêk bê.
(mh/şx)
ANHA