Wezareta derve ya Rûsyayê di daxuyaniya ku îro belav kiriye de got: "Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê karûbarê Sûriyê Alexander Lavrentiev, cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Sergey Vershinin, rayedarên wezareta parastinê bi serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed re civiyan û bi hûrgilî rewşên Sûriyê nîqaş kirin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du aliyan erkên taybet ên bicihkirina aramiya domdar tevî tunekirina terorê nîqaş kirin. Her wiha girtekên pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji hewcedaran re li gotûbêj kirin.
Li gorî wezareta derve di civînê de dozên çareserkirina siyasî bi pêşngiya gelê Sûriyê bixwe û bi desteka NY`î tevî berdewamkirina karê komîteya destûrî li Cinevê hatin nîqaşkirin.
Ji aliyê xwe ve serokatiya rejîma Sûriyê bibîr xist ku di civînê de rewşên Heleb û Idlibê li gel êrişên terorîst yên rojane li dijî herêmên ewle ku di encamê de sivîl dibin qurban hatin giftugokirin.
(şx)