Rayedarên ewropî: Heke Tirkiye êrîş bike, dê li Ewropayê jî êrîş pêk werin

Reydarên ewropî  êrîşên muhtemel ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û diyar kir ku heke êrîş pêk werin, dê bandorê li Ewropayê jî bike. Her wiha dan zanîn ku heke li dijî pergala Erdogan ranewestin, dê li herêmê zêdegaviyên xwe berfirehtir bike.

Cîgirê serokwezîrê Belçîkayê û wezîrê karên derve û parastinê Didier Reynders der barê êrîşên muhtemel ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nerehetiya xwe anî ziman.

Didier Reynders bi tiweetekê destnîşan kir ku ew û hevalbendên xwe yên Yekitiya Ewropayê (YE) banga vegera ji êrîşên leşkerî yên yekalî dikin, ji ber ku gefan li aramiya herêmê dixwe û şerê li dijî DAIŞ`ê têk bibe û got "Divê çareseriyeke siyasî hebe."

Di heman çarçoveyê de serokê hikumeta Çekyayê Andrei Babich bang li Yekitiya Ewropayê kir ku li dijî êrîşên muhtemel ên Tirkiyê yên li ser xaka Sûriyê derkevin, her wiha diyar kir ku heke êrîş pêk werin, dê êrîş li Ewropayê jî rû bidin.

Babich got divê Ewropa rola xwe zêdetir bilîze û çareseriyê ji vê yekê re bibîne, her wiha divê pêşekiyê ji diyalog û çareseriya aloziya Sûriyê re bike.

Wezîrê karên derve yê Çekyayê Tomek Tomasz Petrjecik jî bang li rejîma Tirkiyê kir ku li gorî zagonên navdewletî û mirovî tev bigere. Petrjecik fikarên xwe der barê rûdana êrîşên muhtemel ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê anî ziman û got divê çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re were danîn û welatê wî destekê dide vê yekê.

Di heman demê de kanala France 24 li ser zimanê nûnerê Ewropayê yê kar û barên rêwîtiyê Dimitris Avramopoulos ragihand ku YE banga rawestandina hemû kiryarên dijminahiyê dike û parastina sivîlên Sûriyê bikin, her wiha destnîşan kir ku Yekitiya Ewropayê bi serwerî û aştiya xaka Sûriyê re ye.

Her wiha wezîrê karê derve yê Lûksembûrg ku bi erka dosya koçberan radibe Jean Asselborn ji çapemeniyê re nêrînên xwe anî ziman û got, divê rejîma Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşan pêk neyîne, ji ber encamên wê li Ewropayê jî bi rêya koçber û penaberan dê diyar bibin.

Seroka komîteya kar û barên derve ya perlemana Slovakyayê Katarina Cevalvayova got rejîma Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşan pêk bîne, dê ne tenê serweriya Sûriyê binpê bike, di heman demê dê li ser bi sed hezaran welatiyên Sûriyê xetere be. Katarina bi daxuyanyekê ji ajansa nûçeyan a Slovakyayê re banga fişara li ser rejîma Tirkiyê kir û heke li dijî êrîşên muhtemel ên Tirkiyê neyên rawestandin, dê Erdogan li herêmê zêdegaviyan bike.

(eh)


Mijarên Din