Rayedareke MSD‘ê: Cîhan ji tirsa şantajên Tirkiyê bê deng e

Fehîma Hemo diyar kir ku nakokiyên girêdayî dosyaya Idlibê encama pirsgirêkên siyasî yên di navbera aliyên Astanayê de ye. Fehîma îşaret pê kir ku cîhan ji tirsa santaj û gefên Tirkiyê li hemberî sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin bê deng e.

Di dosyaya Idlibê de pirsgirêkên siyasî û leşkerî di navbera aliyên garantor de hene. Tevî lihevkirinên "herêmên bê çek" ên di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de, rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê dem demê bi awayekî sînordar û li gel bêdengiya Tirkiyê êrişî herêmên bê çek dike. Ev jî li gel êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav bêdengiya Rûsyayê de rû didin.

Girêdayî van nakokiyan endama meclisa hevserokatiya Meclisa Sûriye Demokratîk a bajarê Helebê Fehîma Hemo ji ajansa me re axivî.

Fehîma di destpêkê de destnîşan kir ku rejîma Sûriyê xeta leşkerî pejirandiye di encamê de komên terorîst ên ku nayên kontrolkirin li Idlibê ava bûn û wê bi "Depoya mirovî, terorîst û  dibe di kîjan kêliyê de biteqe" wesifand.

Fehîma diyar kir ku berbijarka leşkerî û berjewendî azadî û mafan nade gel, aloziya Sûriyê bi temamî çareser nakin. Fehîma teqez kir ku mînaka wê jî tevliheviya li herêmên ku bi awayekî leşkerî hatine çareserkirin û ên ku bi çareserkirina rewşan hatiye binavkirin e. Mîna bajarê Deraayê yê başûrê Sûriyê yê ku heta niha tê de bûyerên revandin û kuştin rû didin. 

Têkildarî destpêkirina hemleya leşkerî li Idlibê Fehîma got: "Propegandeya rejîma Sûriyê yên destpêkirina hemleyê Idlibê tu bawerbariya wê nemaye. Ev tişt bi lihevkirinên rûsî û tirkî ve girêdayî ye. Em dibînin Tirkiyê, Rûsya şantaj dike û Rûsya bi rêya ku rejîm êrişên sînordar pêk bîne Tirkiyê şantaj dike. Her aliyek dixwaze destkeftiyan li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê ji aliyê din pirtir bi dest bixe. Rejîma Sûriyê jî li gorî fermanên Rûsyayê diçe bêyî ku girîngî bide berjewendiya gelê xwe."

Girêdayî têkiliya dosyaya Idlibê bi êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fehîma ev tişt diyar kir: "Paşguhkirina navdewletî  û bêdengiya li hember kirinên Tirkiyê yên li ser axa Sûriyê rê li pêşiya pêkanîna sûcan der heqê mirovahiyê de vekir. Êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê encamên lihevkirinên nû yên di navbera hêzên cîhanî de ne, di serî de Amerîka û Rûsyayê yên ku rê dan Tirkiyê êrişî herêmê bike. Ji aliyekî din ve Tirkiyê bi navê vekirina derî li pêşiya penaberan santaj û tehdîdkirinên xwe yên derbaskirina terorîstan li dijî cîhanê didomîne, cîhan jî ji tirsa van stantajan dengê xwe dernaxe. Gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye qurbaniyê bêdengiya dewletên ku li ewlehiya xwe li ser hesabê xwîna ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dirijînin, digerin."

Di dawiyê de endama meclisa hevserokatiya Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Fehîma Hemo îşaret bi girîngiya avakirina diyaloga sûrî ya durist kir  û got: "Divê diyalogên navxweyî pêk werin, hemû pêkhate û çînên civaka Sûriyê tê de beşdar bin da ku herêmê bigînin ewlehiyê û plan û lihevkirinên eşkere û yên veşartî yên hêzên mezin ên dest di Sûriyê wer didin pûç bibin ku gelê Sûriyê kiriye qurbaniyê nakokiyan."

(şx)

ANHA


Mijarên Din