Rayedarekî DYA’yê: DYA ji peymana START a nû venakişe

Li gel metirsiyên cîhanê yên jinûve vegera hevrikiya biçekkirinê, rayedarekî payebilind ê DYA’yê got texmîn nake welatî wî ji peymana START a nû vekişe, nemaze piştî ku duh Trump ragihand ku dê Washington ji Peymana Asîmanên Vekirî venekişe.

Rayedarekî amerîkî yê payebilind duh got texmîn nake ku DYA ji peymana START a nû ya bi Rûsyayê re vekişe û dê dan û standinan bi Rûsyayê re bi hedefa başbûna niyetê pêk bîne.

Têkildarî Koşka Spî dê ji peymana START a nû vekişe yan na, şêwirmendê ewlehiya nîştimanî ya Koşka Spî Robert O'Brien li gel kanala Fox Newsê wiha got: "Texmîn nakim, dê dan û standina bi Rûsyayê re bi hedefa başbûna niyetan li ser sînordarkirina çekên nukleer bikin."

DYA’yê duh ragihand ku dê ji ‘Peymana Asîmanên Vekirî’ ku tê de 35 dewlet hene ku gerên çavdêriyê yên nebiçek li ser dewletên endam dike, vekişe. DYA’yê got Rûsya li gorî hîmên peymangehê tev negerî.

Ger Washington hewl bide Peymana START a nû dirêj bike ku qeydan li ser belavbûna DYA’yê û Rûsyayê ya çekên nukleerê ferz dike, metirsî zêde bûn, her wiha Trump gelek caran got dixwaze Çîn tev li vê peymanê bibe.


Mijarên Din