​​​​​​​Rastiya “Pêşmergeyên Roj” ji devê endamên wê yên berê -1

Kesên ji “Pêşmergeyên Roj” veqetîne, detsnîşan dikin ku dema ew tev li wê komê bûne, hatin xapandin û gotin ku ew ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin ku wan ferman didan û efserên PDK`ê pêk dianîn. Her wiha bang li endamên “Pêşmergeyên Roj” kirin ku dev ji wê komê berdin û vegerin Rojava.

“Pêşmergeyên Roj” kî ne û çawa propagandaya wê di nava ciwanên Rojava de kirin?

HATIN XAPANDIN… DEWLETA TIRK “PÊŞMERGEYÊN ROJ” PERWERDE KIRIN

Piştî ku bi dehan endamên “Pêşmergeyên Roj” rastiya vê koma çekdar û sedema avakirina wê nas kirin û piştrast kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya PDK`ê û ENKS`ê wan bi rê ve dibe, dev ji wê komê berda û vegeriyan Rojava û tev li refên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn.

Di rêzehevpeyvînên ku ajansa me li gel kesên ji Pêşmergeyên Roj veqetîne çêkirine,  behsa rastiya avakirina vê koma çekdar, girêdana wê bi MÎT`a Tirk re, aliyên ku wê bi rê ve dibin û helwesta wê li hemberî bûyerên li Rojavayê Kurdistanê û bi giştî Kurdistanê diqewimin, kir.

AVABÛNA KOMÊ

Pêşmergeyên Roj sala 2012`an bi perspektîfên hikumeta Tirk ji aliyê PDK`ê ve li Başûrê Kurdistanê hate avakirin. Ev yek piştî teşwîqkirina koçberiya ji Rojava ya bi rêya partiyên Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ku dawiya 2011`an hatibû avakirin, pêk hat.

Ew kom ji ciwanên Rojava ku bi siyaseta teşwîqkirina koçberiyê bandor bûne û berê xwe dane Başûrê Kurdistanê pêk tê. PDK’ê ew ciwan di kampên wekî Kampa Domîz de bi cih kirin da ku planên xwe li ser wan bimeşîne.

Ji ber ku nehiştin ciwan ji kampê derkevin û derfetên kar ji wan re peyda nekirin, her wiha pêwîstiya ciwanan bi pereyan hebû, şerê taybet ê ji aliyê PDK`ê ve dest pê kir û di hundirê kampan de paropagandeya qaşo avakirina hêzeke leşkerî ji bo parastina Rojava kirin. Bi vê yekê ciwan teşwîq kirin ku tev li wê koma çekdar bibin.

Li ser vê yekê, ciwanên xizan tev li koma navborî bûn û di akademiyên taybet ên li herêmên serweriya PDK`ê li Başûrê Kurdistanê de, ji aliyê îstixbaratên dewleta Tirk ve hatin perwerdekirin.

Navê “Pêşmergeyên Rojava û Leşkerên Roj” li wê koma çekdar hate kirin ku fermanên xwe yekser ji Hêzên Zêrevanî digirt. Ew jî hêzeke taybet e girêdayî PDK`ê ye û bi awayekî xurt hevkariyê bi îstixbarata Tirk re dike.

Gelek dîmenên ji akademiyên perwerdeyê belav bûn, tê de diyar dibû ku efserên artêşa Tirk a dagirker di nava leşkeran de digerin. Her wiha wêneyên serwerokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu ku serdana akademiyan dikir, belav bûn.

Pêşmergeyên Roj ji 3 lîwayan pêk tê ku dewreyên perwerdeya leşkerî ya taybet li ser destê îstixbarata Tirk dibînin. Hejmara endamên wê bi zelalî nayê zanîn, lê belê hin dezgehên çapemeniyê dibêjin ku hejmara wan nêzî 4 hezar kesan e.

PDK îdia dike ku kesên tev li wê koma çekdar bûne, ew kes in ku ji nava refên hêzên hikumeta Şamê veqetiyane. PDK bi wê yekê dixwaze siyaseta xwe veşêre ku avakirina hêzeke çekdar ji ciwanên Rojava armanc dike da ku ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bi kar bîne û bi rêya wê planên xwe li herêmê pêk bîne.

Gelek caran rêveberên ENKS`ê li ser ekranên televîzyonên girêdayî PDK`ê derketin û gotin ew hêz girêdayî wan e. Kesê bi navê Mistefa Cûma (berî ku biçe Ewropayê) digot bi hezaran leşkerên wê hêzê hene.

Lê belê yek ji damezirîneran û ji kesên ku ji Pêşmergeyên Roj veqetîne, yê bi navê Riyad Selaheddîn got dema avakirina wê komê şertekî wan bi fermandariyên PDK`ê re hebû. Şert ew bû ku bi partiyên siyasî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê re kar nekin.

Her wiha gelek caran vegera Pêşmergeyên Roj ji Rojava re hatibû pêşniyarkirin, bi taybetî di lihevkirinên ENKS û Tevgera Civaka Demokratîk de (Peymanên Hewlêr 1 û 2, Peymana Dihokê).

Tevî ku wê demê lêvegereke partiyên siyasî yên Rojava û komîteyeke ewlehiyê ku çavdêriya hemû hêzên leşkerî li Rojava dike, hate avakirin jî, lê belê ev koma çekdar li cihê xwe û girêdayî PDK`ê ma.

Tevî êrişên ku ji aliyê Cehbet El-Nusra, DAIŞ û komên din ên çeteyan ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin li ser Rojava pêk anîne jî, lê belê Pêşmergeyên Roj ji cihê xwe nelivîn û berevajî ku di çapemeniyê xwe de paropaganda dikir, tu niyetên xwe yên parastina Rojava jî nîşan nedan.

‘RASTÎ JI DEVÊ ENDAMEKÎ BERÊ’

Salar Mihemed Îsmaîl ji Pêşmergeyên Roj qut bûye. Bi xwe sala 1996`an li Qamişloyê ji dayîk bûye. Sala 2018`an ji vê komê qut bû  û tev li Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) bû.

Di vegotina serpêhatiya xwe de Salar Îsmaîlê got sala 2016`an bi armanca tevlêbûna pêşmergeyan berê xwe daye Başûrê Kurdistanê. Salar Îsmaîl dibêje ku ew li ser daxwaza bavê xwe, bêyî ku rastiyê nas bike, tev li hêzên PDK`ê bûye.

Li ser bingeha ku dê rojekê vegere bajarê xwe û Rojava ji êrişan biparêze, Îsmaîl berê xwe dide Başûr û tev li Pêşermgeyên Roj dibe.

Salar Îsmaîl li Başûr heta 45 rojan di nava Lîwaya 3’yan jî Hêza 3, ji hêla îstixbarata Tirk ve tê perwerdekirin. Îsmaîl bi bîr xist ku dema ji fermandarekî pêşmergeyên PDK`ê sedema ku 4 efserên Tirk wan perwerde dikin pirs kiriye, wan gotiye ew hêzên hevalbend in.

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de yên li dijî bajarê Efrînê di Çileya 2018`an de, Salar Îsmaîl piştî ku ji fermandarên xwe xwestiye ku biçin Rojava û Efrînê biparêzin û ev daxwaza wan hatiye redkirin û kesê li dijî vê biryarê derkeve dê were cezakirin, rastiya vê koma çekdar nas dike.

Îsmaîl piştrast kir ku Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) girêdayî MÎT`a Tirk e, nexasim ku kesên mîna Îbrahîm Biro, Fuad Elîko û Ebdulhekîm Beşar ve tê birêvebirin û wiha domand: "Dema qebûl nekirin em biçin Efrînê û dema me dît ku çawa bi xwîneke sar li dîmenên qetilkirina şêniyên Efrînê ji hêla Tirkiyê ve dinêrin, ez ji vê yekê piştrast bûn."

Salar Îsmaîl destnîşan kir ku gelek kes di nav Pêşmergeyên Roj ên li Başûr de daxwaz kirine ku vegerin Rojava, lê bi zextên PDK`ê li ser wan nikarin vegerin.

Li gorî agahiyên ku Salar ji hevalên xwe yên Pêşmergeyên Roj bidest xistine, dewleta Tirk ferman daye ku Pêşmergeyên Roj biçin Garê û li dijî gerîla şer bikin.

Îsmaîl çûyîna pêşmergeyan ji çiyayên Garê re û sekna wan a li dijî hêzên gerîla yên ku li her çar parçeyên Kurdistanê diparêzin, bi karekî şermok wesifand. Her wiha destnîşan kir ku piştî însiyatîfa fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ji bo destpêkirina diyalogên pêkanîna yekitiya Kurd, dewleta Tirk ev ferman dan, da ku wan diyalogan bi bin bixin.

PIŞTÎ VEGERÊ RASTÎ NAS KIR

Salar Mihemed Xêr Îsmaîl diyar kir ku efserên Pêşmergeyên Roj û PDK`ê bi armanca xapandina ciwanan da ku venegerin Rojava û wê neparêzin, QSD`ê reş dikirin. Îsmaîl wiha pê de çû: "Piştî ku ez sala 2018`an vegerîm Rojava, min rastî dît. Niha ez şervanekî QSD`ê me. Ez bang li hevalên xwe dikim ku vegerin û tev li QSD`ê bibin.

Salar di berdewama gotinên xwe de bal kişand ser ku nabe du hêzên leşkerî li Rojava hebin û got: "Gelo pêkan e hêzek vegere herêmê û bêyî ku fedakarî pêşkêş bike, bibe şirîk? QSD`ê ji bo rizgarkirina herêmê gelek fedekarî dan û gelek destkeftî bi dest xistin. Her hêzeke leşkerî divê di bin sîwana QSD`ê de şer bike. Ne pêkan e hêzeke din li herêmê hebe."

Salar Îsmaîl bang li rêveberên PDK û ENKS`ê kir ku bi kirinên xwe bifikirin dema ciwanên Kurd dişînin da ku li dijî gerîla şer bikin, li gorî wî ev tevger bandorê li gelê Kurd bi giştî dike.

KESEKÎ DIN Ê JI PÊŞMERGEYAN VEQETIYE Û AGAHIYÊN DIN

Ji kesên ku Pêşmergeyên Roj qut bûye, ciwanê bi navê Cîhad Şemsedîn Hacî ye. Cîhad Hacî sala 2012`an berê xwe da Başûr û heta 2015`an di gelek karan de xebitî. Piştre tev li Pêşmergeyên Roj bû. Cîhad tevî 3 birayên xwe tev li Pêşmergeyên Roj bû.

Di vî warî de Cîhad dibêje: "Wan em xapandin, ji me re gotin ev hêz ji bo parastina doza Kurd, parastina Rojava, şerê li dijî DAIŞ’ê û rejîma Sûriyê ye. Lê wan xiyanet li me kir. ENKS`ê destê xwe kir destê Tirkiyê."

Hacî piştrast kir ku dewleta Tirk fermanan dide PDK û ENKS`ê ji bo berê Pêşmergeyên Roj bidin çiyayên Kurdistanê û şerê gerîla bikin.

Cîhad Hacî da xuyakirin ku wan xiyaneta PDK û ENKS`ê di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên Ii dijî Efrînê de sala 2018`an, nas kiriye û wiha domand: "Ji me re gotin, erka me parastina Kurdên li Sûriyê ye. Lê ENKS`ê çû û bi Tirkiyê re li dijî gelê me li hev kir. Ji me re gotin em ê Efrînê biparêzin. Lê her kesê ku berê xwe daye Efrînê da ku biparêze, ceza kir. Her kesê ku banga vegera Rojava kir, hate cezakirin.”

Cihad wiha domand: "ENKS dibêje ku Pêşmergeyên Roj girêdayî wê ne û armanca wê jî parastina Kurdan û Rojava ye. Lê li şûna wê bi Tirkiyê re li hev kir û pêşmergeyan li dijî Kurdan bi kar tîne."

Cîhad da zanîn ku Pêşmergeyên Roj li dijî Yekîneyên Parastina Gel-Jin (YPG-YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo pêkanîna ajandeyên dewleta Tirk hatiye avakirin.

Cîhad behsa şandina PDK`ê ya Pêşmergeyên Roj ber bi herêmên gerîlayê ve kir û got: "Mirov nikare kesên ku çûne çiyayên Kurdistanê efû bike. Dîrok dê xiyaneta Pêşmergeyên Roj û hêzên PDK`ê ji gelê Kurd re binivîse."

Cîhad diyar kir ku gelê Kurd li hemberî derfeteke dîrokî ye ji bo ku bibin yek, Rojava ji dewleta Tirk a dagirker di bin sîwana QSD`ê de rizgar bikin û biparêzin û got: "QSD artêşa Sûriyê ya pêşerojê ye.”

(cx- şx)

ANHA


Mijarên Din