​​​​​​​Rastiya polîtîkayên Tirkiyê li Kurdistana Iraqê

Dr. Cewad Kazim El-Beydanî-Rêvebirê Peymangeha Lêkolînên Kurdî ya Iraqê

Hincetên ku Tirk derdixînin ji her kesî re eşkere ne, dibêjin ku gef li ser ewlehiya wê ya niştimanî heye. Gelek caran Erdogan di xîtabên xwe de îdia kir ku ji hêla Iraqê ve gef li ser ewlehiya Tirkiyê hene û îdia dike ku ev gefine ewlehî û îstîqrara Enqereyê xirab dike. Gelo ev îdia li gorî rastiyê ne ya ku Tirkiye li Iraqê ferz dike?

Wekî tê zanîn ku destwerdana Tirkiyê ya rasterast li Iraqê vedigere sala 2015'an. Wê demê Tirkiyê îdia kir ku hêzên wê ji bo perwerdekirina hêzên Pêşmerge li Iraqê ne. Lê li gorî destûra Iraqê Pêşmerge beşek ji pergala parastinê ya Iraqê ye, ne ji mafê dewletekê ye ku destwerdanê li kar û barên ewlehîya welatekî din bike bêyî ku pergala parastina navendî agahdar bike. Tirkiyê bêyî agahiyên pergala parastinê ya navendî ya Iraqê destwerdan kir. Ji ber wê hebûna wê ya li ser axa Iraqê mîna hêzeke dagirker e.  Iraqê, hebûna hêzên Tirk li ser xaka xwe wekî binpêkirineke li dijî serweriya Iraqê û ewlehiya wê ya niştimanî bi nav kir.

Tevî xwepêşandanên gel û nerazîbûna navdewletî ya li hemberî destwerdana Tirkiyê, lê Tirkiyê ev rol dewam kir. Êvara yekşem 14- 15'ê Hezîrana 2020'an, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê operasyoneke leşkerî bi navê ‘Pence-Kaplan/Pencê-Piling’ ragihand û dest bi êrişên xwe yên asîmanî li dijî baregehan kir û îdia kir ku baregeh ên Partiya Karkerên Kurdistanê li Bakurê Iraqê ne.

Çavdêr dibêjin, mîna vê operasyonê tu operasyonên weha dijwar çênebûne, asîman bi balafirên bê mirov tijî bûye. Ev wêne roja înê 26'ê Hezîranê zelal bû ku artêşa Tirk bi dijwarî êrişên bejahî dane destpêkirin.

Di tora civakî de qala êrişan û bandorên wê yên neyinî hate kirin, Di encamê van êrişan de gelek sivîl bûne qurbanî, şûnwarên sîvîlan ji ber êrişên dijwar ên balafirên bê mirov ên Tirkiyê hatin wêrankirin.

Gelo ma armanca vê operasyona han sivîl in? Helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê ji van pêşketinan re çi ye? Pirseke din ku xwe dide der: Çima Tirkiyeya ku li Sûriye û Lîbyayê enî vekirine, eniya sêyem veke?

Stratejiya nû ya Tirkiyê li herêmên şerê navbera herdu mezintirîn hêzên cîhanê ji aliyê teknîka leşkerî ve, di nava xwe de astengiyên nû hildigire.

Wisa dixuye ku Tirkiyê xwe di rewşeke wiha de dît ku hewl dide bandorê bike û serdest be da ku aliyekî (bi demkî) di hevkêşeya pevçûnê de bi kar bîne.

Diyar e ku Tirkiye di vî warî de li Iraqê bi ser ket. Sedema vê serkeftinê vedigere nelihevkirina bawerî û netewî di sazûmaniya civaka vî welatî de. Ji ber vê wê karî îradeya xwe li hin aliyên herêmî yên Iraqê ferz bike û mudaxeleyî biryaran bike. Gihaşt wê astê ku ji aliyê leşkerî ve derbasî Iraqê bibe û rûpîvaneke berfireh a Kurdistana Iraqê kontrol bike. Tirkiyê bi hinceta şerê endamên Partiya Karkerên Kurdistanê derbasî Iraqê bû, bi  vê armanca xwe ya sereke ya ku sala 1918'an wenda kiribû, pêk anî.

Hêviyên Tirkiyê zêde bûn, bi taybet piştî ku herdu aliyên bi nakok  (Rûsya û DYA) hewl dan wê bikişînin nava nakokiyan kûr. Rûsya hewl dide bi kêm windahiyan derbasî Idlibê bibe û îstîqrara ku ji bo Sûriyê guncaw dibîne, ferz bike. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bi rêya stratejiya xwe ya bi navê "Qeyser", hewl dide dest deyne ser sêkoşiya petrolê ya Sûriyê û nehêle ku rejîma Sûriyê sûdê jê bigire. DYA'yê dibîne ku ev zext ne bi rêya Tirkiyê be wê ne pêkan be.  Dibe ku ev nakokî îhtîmala rastîn a hegemonya Tirkiyê ya li ser herêma Kurdistana Iraqê bû. Nemaze hebûna zimanê pêşbaziyê di navbera hêzên bi nakok de jê re bû amûr ku têkiliyên bi nakokî yên heyî ji xwe re wek keys bi kar bîne. Ji ber têkiliyên Hewlêrê bi Enqereyê re baş in, li beramberî vê têkiliyên wê bi Bexdayî re aloz in. Lewra rêya wê ya aborî ya tekane ber bi cîhanê ve Tirkiye ye, ne mimkûn e pê re bikeve nava şer. Ji ber ku mercên aborî yên ku tê re derbas dibe, aloz e.

Ev faktor ji tevgerên leşkerî yên Tirkiyê re bûne destek û alîkariya wê kirine ku siyaseta rastiya heyî li ser erdê ferz bike.

ANHA


Mijarên Din

Egîdbûyîn