Rastiya paşxaneya nakokiyên Erdogan

Di van demên dawîn de nakokiyên mezin li rojhilatê Deryaya Spî hene û dewleta Tirk cihekî xwe yê sereke di vê nakokiyê de heye. Bêguman hin eşkere dibêjin ku ev bihane û hincet in û hin dibêjin li pişt van bûyeran rastiyên veşartî hene. Lê tişta ku rû dide çewtiyek an jî kêmasiyek e. Ji lew re divê li koka ajoyên wê bê vegerandin û rastiyên ku hiştine ev alozî pêk werin, bên eşkerekirin.

Sedemên aloziyê di radeya yekemîn de kesayeta Erdogan e û ya duyemîn jî koka wê bi dîroka ‘Osmaniya Nû’ ve girêdayî ye. Lê sûcên Erdogan û encamên wê dê bi xwe re karesateke li dijî gelên herêmê û gelên Tirkiyê bîne.

Lê kesayeta Erdogan di rewşeke malbatî ya madî ya navîn de li taxa Kasimpaşa ya Stenbolê ava bû. Her wiha malbata wî neçar ma wî bişîne dibistana “Îmam Xetîb” a şerî ku jê îmam û xatibên mizgeftan derdikevin. Bawernameyên wan peymangehan jî beriya guhartinên dawîn bi kêrî tu karmendeke giştî nedihat. Recep Tayyîp Erdogan di mizgeftan de vedihesî, piştre yek ji alîgirên Fethullah Gulen ew dît û tev li koma xwe ya Partiya Refahê ya bi serokatiya Erbakan kir. Ji ber kesayeta wî, rêbaza xîtabê û piştevaniya komê jê re bû kesê herî nêzî ji fermandariyê re û wek serokê Şaredariya Stenbolê hat hilbijartin. Her wiha ji ber xîtaba wî ya olî ya yekalî ku dijbertiya dewletê dikir, hat girtin. Bi wê re jî blok û şepêla olî li dora wî zivirî.

Di 1999-2001’an de gelek kesayetên Partiya Refah dîtin û piştre bi serdaneke veşartî berê xwe da DYA’yê da ku biryara damezirandina AKP’ê bi serokatiya Erdogan bidin. Ji ber amadekariyên mezin ji aliyên hundirîn û derve ve ji aliyê propaganda û piştevaniyê partiya nû di hilbijartinên 2002’yan de xwe gihand desthilatê û hê li serokatiya partiyê dike. Her wiha ji gotinên navdar "Demokrasî mîna taksiyekê ye, dema pêdiviya te pê çêbû, lê siwar be û dema tu gihaşt hedefa xwe jê dakeve." Piştî ji taksiyê daket karî hikmê xwe li ser her sê erkên qanûnsazî, rêveberî û dadgeriyê bimeşîne û êdî bû dîktatorekî bêhevrik.

Der barê dîroka Osmaniya Nû de, dibêje dema dewleta Osmanî li hember vê serdemê aciz bû û êdî bû denydarê tevahî hêzên cîhanî û fikra "netewedewlet" belav bû, dewletên Balkanan mîna Yewnanistanê karî xwe ji mêtingeriya Osmanî di sedsala 19’an de rizgar bikira. Lê belê rûmiyên ku li Anatolya û rojavayê wê bi cih bûne, li ser xak û welatê xwe man. Her wiha di encama Şerê Cîhanê yê Yekemîn de dewleta Osmanî hilweşî, wê demê peymanên radestkirinê li ser Osmaniyan hatin îmzekirin. Tê de şertê hiştina sîstema xîlafetê li Lozanê û nexşekirina sînorên deryayî û bejahî û bi hezaran giravên li deryaya Îceyê, hatin dayîn. Her wiha 12 giravên ku nêzî bejahiyê Tirkiyê jî hatin îmzekirin. Lê belê hêzên serkeftî, ji ber şêniyên wê ji Romayê ne, xwe bi Yewnanistanê ve girê da. Dema pirsgirêk di pergala cîhanî de çêbû, Almanya û piştre hevalbendên xwe 12 girav ku tev lê Tirkiyê bikin, pêşkêş kir ku ew jî bibe hevalbendê wê di şer de, lê belê Tirkiyê red kir. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn dewleta Tirk tev li NATO’yê bû û jê hêz girt ku bakurê Qibrisê di 1974’an de dagir bike û hê jî li ser xaka wê zêdetirî 25 hezar leşkerên Qibrisê hene. Dema tu dewletekê, dewleta Tirk neçarî vekişînê nekir, êdî xwe wek hêzeke mezin ku dikare siyaset û planên cîhanî li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne, nîşan da. Lê dûre hêzên hegamon ên cîhanî biryar da ji nû ve Rojhilata Navîn a nû çêkin, bi wê re jî dewleta Tirk wek serê şûr destwerdan kir da ku hevsengiyan li gorî xizmeta berjewendiyên xwe bimeşîne.

Kesayeta Erdogan bi efsane û xapandinên Osmaniyan ku di dibistana îmam-xetîban de û dîroka xîlafeta Osmaniyan ji nêrîna Îxwan El-Mislimîn wergirtiye, bû yek. Piştre di destpêka sedsala 20’an de bi kesayeta Mistefa Kemal Ataturk re bû yek, da ku dewleta Tirk a nû çêke. Lê ne ji pîvanên Ewropayê bûna ku mafên mirov, azadiya nêrîn û demokratiya diparêze ku dibe ku gelê Kurd jê sûdê wergire, dibe ku dewleta Tirk endama wê bûya. Li Tirkiyê hin kesan demokrasî xwest, lê zîhniyeta Erdogan û alîgirên wê dît ku ev “komploya bi hedefa têkbirina Tirkiyê” ye. Bi wê re jî xwe spart zîhniyeta sultan Abdulhemîd û fikra Ittîhad û Terakkî. Her wiha şertên radestkirinê yên ku li ser Osmaniyan hatine ferzkirin û Ataturk pêk aniye, înkar kir, peymana Lozanê ya ku sînor nexşe kiriye û tê de şertê hiştina xîlafeta îslamî û xwesteka 12 giravan qebûl nekir. Her wiha mafên li deryaya Îceyê û Deryaya Spî ku tê de dahatên gaza xwezayî hene, daxwaz kir.

Erdogan nivîna xwe datîne ser erdên dîti û dibêje "Ka werin em dan û standinê li ser kijan parçeyê bikin ku ez lê rûnim." her wiha ev jî bi wateya "Ez bi hêz bûme û êdî radestbûnê qebûl nakim, divê hûn xwe ji xwestekên min re daxin, heke na, wê demê Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi dawî nebûye."

Belê ev zimanê Erdogan û dewleta Tirk a faşîst e, gelo dê cîhan xwe ji Osmaniya Nû re daxîne?

(fr)

ANHA


Mijarên Din

Egîdbûyîn