'Rapora NY’yê kêm e, divê hesab ji dewleta Tirk bê xwestin'

Jinên ji Serêkaniyê û Efrînê yên ku ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne, diyar kir ku rapora Komîteya Lêpirsînê ya NY'yê ya der barê herêmên dagirkirî de têrê nake, divê xebateke rastîn were kirin û sûcdar werin darizandin.

Komîteya Lêpirsînê ya Serbixwe ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), têkildarî binpêkirinên li herêmên Sûriyê yên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, raporeke berfireh weşand. Komîteyê ev binpêkirin bi "sûcên şer" bi nav kir.

Di raporê de behsa beşeke biçûk a li sûcên cinsî yên li dijî jinan hate kirin ku ne li gorî asta ku li ser erdê pêk tê.

Têkildarî mijarê jinên ji Serêkaniyê yên ku ji ber êriş û sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçberî kampa Waşûkanî ya Hesekê bûne û jinên Efrînê yên li Kampa Serdemê ya Şehbayê nêrînên xwe parve kirin.

Jina bi navê Sebah Bekir a li kampa Waşûkanî dibêje: "Beriya çend rojan Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî der barê sûcên Tirkiyê li herêmên ku dagir kirine de raporek belav kir. Lê binpêkirinên ku belge kirine ne li gorî asta zilm û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li djî jin, zarok û zilaman têne kirin."

Sebah Bekir destnîşan kir ku heke dema niha tiştekî pratîkî li ser erdê neyê pêkanîn wê rapor bê encam be û wiha domand: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê û herêmên din dagir kirine. Li wan herêman binpêkirinên herî mezin ji kuştin, destdirêjî, revandin û îşkencekirinê rû didin."

Sebah Bekir diyar kir ku di raporê de behsa azarên mezin ên di kampan de nehatin kirin û her çiqas wan daxuyanî dane lê bêencam bûn û alîkarî bi koçberan re nehatin kirin ku wan vegerînin mal û erdên wan ên ku ji dest wan hatiye birin.

Sebah Bekir di dawiya axaftina xwe de bang li Komîteya Lêpirsînê NY’yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi cidiyet bixebite, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" li herêmên dagirkirî derxînin da ku koçber li warê xwe vegerin.

'KA MAFÊN MIROVAN?'

Fatima Ehmed a ji Serêkaniyê hêvî kir ku Neteweyên Yekbûyî hîn zêdetir binpêkirinên ku dagirkeriya Tirk pêk tîne, eşkere bike û xwest ku biryarên giran li dijî dewleta Tirk  were girtin û ji herêmên ku dagirkirine, were derxistin.

 

Fatima Ehmed pirsî: "Ji azarên ku em li kampa dikişînin ji birçî û serma kanî mafên mirovan û komîteya Neteweyên Yekbûyî, ma gelo rapor behsa derketina dagirkeriya Tirk ji herêmê nake?"

Fatima Ehmed bi navê hemû koçberan bang li NY'yê kir ku di demeke lezgîn de çareseriyan bibîne û koçberan li mafên wan vegerîne.

'RAPOR NE TEMAM E'

Nadiya Elî ya li kampa Serdemê ya Şehbayê bal kişand ser sûcên li dijî jinan têne kirin û revandina sivîlan ji bo fidyeyê kir û got: "Ji bo van Neteweyên Yekbûyî raporek derxist, lê rapor li gorî binpêkirinên ku li Efrînê têne kirin, têrê nake."

Nadiya bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez destwerdanê bike, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser sivîlên Efrînê rawestîne û hesab ji dagirkeran bixwaze.

Leyla Hebeş jî destnîşan kir ku divê rêxistinên mafên mirovan bi cidiyet tevbigere da ku rapora der barê sûcên şer de temam bibe û hemû sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê belge bike, nemaze ku sûc bi taybet li dijî jin û zarokan berdewam in.

ANHA


Mijarên Din