Rapora Komîteya Navdewletî ya girêdayî binpêkirinên dagirkerên li Efrînê

NY`î raporek girêdayî rewşên kirîtîk ên ku li Sûriyê rû didin amade kir.  Bi taybet rûdanên ku li bajarê Efrînê rû didin. Di raporê de binpêkirinên domdar ên çeteyên qaşo bi navê "Artêşa Watanî" ya girêdayî artêşa Tirk, hatin destnîşankirin.

NY`î raporek girêdayî rewşên kirîtîk ên ku li Sûriyê rû didin amade kir.  Bi taybet rûdanên ku li bajarê Efrînê rû didin. Di raporê de binpêkirinên domdar ên çeteyên qaşo bi navê "Artêşa Watanî" ya girêdayî artêşa Tirk, hatin destnîşankirin. Di raporê de ev tişt hate gotin.

Bi giştî li gel şertûmercên ewlehiyê yên di hundirê Efrînê û herêmên derdorê  de, dijwar bûne. Şêniyên herêmî li gorî raporê rewşa tevliheviyê, helatên revandin, îşkencekirin, şantajkirin û bûyerên kuştinê yên dubare dibin bi tunebûna qanûnê ve girêdan. Her wiha di raporê de hate destnîşankirin ku binpêkirinên mafên mirovan ên ku çeteyên qaşo bi navê "Artîşa Watanî" pêk anîne bi awayekî diyar hîna berdewam in.

Di raporê de behsa êrîşên hêzên kurdî li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bakur rojavayê Sûriyê, hate kirin.

Berdewama raporê wiha ye: “Di encama şerên di navbera komên çekdar yên girêdayî Artêşa Watanî de, gelek sivîl ji şêniyên resen birîndar bûn. Şênî ji hêla wan koman ve bi awayekî yekser rastî binpkirinên li dijî mafên mirovan tên. Mînak di 28`ê Gulanê de li Cindirêsê zilamek 35 salî bavê sê keçan û kurekî dema li ber dikana xwe bû di encama guleberandina de di navbera du komên çekdar de yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hate kuştin.

Ji ber berdewamkirina rewşa ewlehiya ya tevlîhev li tevahiya Efrînê atmosferek tevlîhev ava bûye. Ji ber wê binpêkirinên der mirovî pêk tên. Dinav de jî revandina mirovan.

Piraniya kesên ku hatine revandin Kurd in. Ew jî di radeya yekemîn de di rêwîtiyan de, yan jî li bendê kontrolê yên çeteyên yan jî bi şev ji malên wan hatine revandin.”

Komîteyê haletek revandina komek çekdar du zilam û zarokek astengdar di 13`ê Gulanê de belge kir. Ew kes dema ji Efrînê diçûn Ezazê hatine revandin. Li gorî agahiyan piştî çend rojan cenazeyê kesek ji wan kuştî hate dîtin û şûnên îşkenceyê lê belî dikirin. Kesên ku ew şênî revandine 10 hezar dolar fîdya xwestin. Li gorî agahiyên girêdayî mijarê gihaştine ber destê komîteyê piştî 40 rojan ji bûyerê zilamê din jî kuştî hate dîtin. Her wiha mîna şêniyê din jî şûnên îşkenceyê li ser diyar bûn. Piştî wê cenazeyê zarok jî hate dîtin.

Endam û çalakvanên ku bi awayekî eşkere kiryarên çeteyan li Efrînê rexne kirin. Gotin gel rastî girtin, îşkence û şantajê tên. Mînaka wê jî, ji kesên ku hevdîtin pê re hatiye çêkirine, diyar kirin ku ji hêla komek çekdar ve di Çileyê de hatiye girtin. Çeteyan ew îşkence kirine, lêdane û her wiha rastî şewitandinê jî hatiye. Piştî ku 600 dolar wek fîdya dide serbest tê berdan. Di dozek din de ku di Sibatê de rû daye, komek çekdar rojnamegerekî digirin û bi veguhestina nûçeyan bi ajansên biyanî re tewanbar kirine. Ew rojnameger di lêpirsînê de rastî lêdanê hatiye.

Şêniyan ji komîteyê re diyar kir ku pêlên girtin û revandinê yên dawîn li gorî nêrînên şêniyên herêmê di radeya yekemîn de, bi armanca fîdye û komkirina pereyan e. Di vê çarçoveyê de ji komîteyê re hat aşkerekirin ku ciwanên bi tewanên girêdana wan bi hêzên kurdî re hene, tên girtin û revandin, da ku neçar bimînin fîdyeyan bi miqdara 400 dolar bidin û bêne berdan.

Piraniya şêniyên ku vegerîne Efrînê, nehiştin milk û malên xwe bi rê ve bibin. Endamên komên çete serweriya mal û milkên wan dikin. Şêniyan bi hezaran dolar didan, da ku alav û tiştên wan ku hatin dizîn, vegerînin.

Raporên ku gihaştina komîteyê destnîşan kirin ku cotkar mecbûr dimînin ku baç bidin da ku zeviyên xwe biçînin. Mînaka wê jî ji cotkarekî hatiye xwestin ku bi rêjeyeke diyar ji hilberîna xwe wek baç bide komên çekdar. Tevî wê jî gelek raporên girêdayî talankirina cihên dîrokî ji hêla komên çekdar ve di nav Girê Cindirêsê gihaştine ber destê komîteyê.

Raporên ku bi dest komîteyê ketine, îşaret pê kir ku di mehên borî de kiryarên tund bi mafên jinan de, naxasim li herêmên di bin serweriya komên çete ên bi îdolojiyên tundraw de, hatin ferzkirin. Binpêkirin der barê ferzkirina qanûnên tund ên cilên jin, keçan û qedexekirina azadiya gerê de, pêk hatin. Di heman demê de jin û keç di astengiyan re ji hêla endamên komên çeteyan re, nexasim di dema çûna ber nuqteyên kontrolê re, derbas bûn.

Kesên gilî ji bo meclisên herêmî, polîsên leşkerî û rayedarên Tirk re rakirine, bi bîr xist ku aliyên serwer an naxwazin an jî nikarin wekheviyê aktîv bikin. Tu îşaret nehatin ji komîteyê re ku desthilatên Tirk an karin an jî amade ne serweriya li ser rêbaz û reftarên komên çete bikin.

Di raporên ku ji komîteyê re hatine îdîa dikin ku desthilatên Tirkiyê çavdêrî, koordîne û piştevaniya makanîzmeyên rêveberî û dozgeriyê dikin.

Komîte destnîşan kir ku gelek sedemên bibawer hene ku endamên komên çete li Efrînê, sûcên şer bi pêlîstina revandî û îşkence, pêk anîne.

(şx-fr)


Mijarên Din