Îran êrîşa Tirkiyê ya muhtemel li xaka Sûriyê, red kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, bi rêya telefonê bi hevalbendê xwe yê Tirkiyê re anî ziman ku çi êrîşeke Tirkiyê li ser xaka Sûriyê, ew red dikin.

Ajansa Erna ya Îranê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi hevalbendê xwe yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoğlu re êvara duşemê bi telefonê der barê pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, axiviye.

Mevlüt Çavuşoğlu yê ku welatê wî parçeyên xaka Sûriyê dagir kirine, şêniyên wê koçber kirin û siyaseta tirkkirinê tê de pêk tîne îdîa kir ku li hember yekitiya xaka Sûriyê rêzdar in û êrîşa muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bergiriyeke demkî ye.

Dewleta Tirkiyê hewl dide xaka Sûriyê li gor Mîsaqa Milî ku tê de Heleb û parçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene û heta Mûsil û Kerkûkê jî, dagir bike. Her wiha jî bi hemû hêza xwe bi rêya piştevaniya komên çete bi navê parastina ewlehiya wê, wan herêman dagir bike.

Lê belê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf got, çi êrîşeke dewleta Tirk red dikin û tekez kir ku pêwîst e rêzdarî li beramber yekitiya xaka Sûriyê û desthilatiya wê were girtin.

Zerîf ê ku êrîşa dewleta Tirk red kir, bang li dewleta Tirk kir ku peymana Adanayê ya ku di navbera rejîma dewleta Tirk û Sûriyê de di 1998’an de ku kurdên li Sûriyê dike hedef, pêk bîne.

Ev peywendiya bi telefonê di demeke ku dewleta Tirk gefên dagirkirinê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, şêniyên wê ji Kurd, Ereb, Suryan koçber bike û li şûna wê alîgirên xwe bi cih bike, hat.

Dewleta Tirk bajarên Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn û Idlibê dagir kirine. Di heman demê de, dewleta Tirk îdîa kir ku dê koçber û penaberên Sûriyê vegerîne wan herêman. Lê belê malbatên çeteyên Sûriyê yên ku pê re li wan herêman şer dikin vegerandin. Her wiha jî got ku 350 hezar kes vegerandine.

Di vê dawiyê de, piştî AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan di hilbijartinên Adara borî ya şaredariyan, bi taybet li Istenbolê bi binket, desthilatên partiya hakim, dest bi girtina hemwelatiyên Sûriyê kir û bêyî vîn û xwesteka wan vegerandin Idlibê yê ku rû bi rûyî êrîşên rejîma Sûriyê û Rûsyayê ye.

(fr)


Mijarên Din