Îranê rotaya keştiya petrolê ya Cezayîrê guherand

Nobetdarên deryavaniya Îranê keştiya petrolê ya Cezayîrê neçar kir ku berê xwe ber bi ava herêmî ya Îranê ve biguherîne dema ku hewl dida di Tengava Hurmiz re derbas bibe.

Ajansa Nûçeyan a Cezayîrê ragihand ku nobetdarên deryavaniya Îranê keştiya girêdayî Sonatrach dema berê wê ber bi Tengava Hurmiz ve bû, neçar kir ku berê xwe biguherîne û bide ava herêmî ya Îranê.

Li gorî kargeha nîştimanî ya sotemeniyê Sonatrach, ajansê diyar kir ku roja înê 19’ê Tîrmeha 2019’an saet di 19:30’an de bi dema Cezayîrê, hêzên deryavaniya Îranê keştiya petrolê ya bi enerjiya 2 milyon bermîl petrol ku dê di Tengava Hurmiz re derbas bibûya, girt û berê wê da ava herêmî ya peravên Îranê.

Hate zanîn ku keştî diçû Tenora (Parzûngeha Reis Tenora ya li Erebistana Siûdî) ya petrola xav a kargeha Çînê ya UNIPEC.

Li gor wê, yekser şaneyek girêdayî wezareta enerjî û karên derve hat avakirin da ku dozê bişopîne.

Atêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê (artêşa pasdaran)  ya Îranê duh dîmenên keştiyên biçûk ên ku li rex keştiya petrolê ya Brîtanyayê sekinîne û pasdar ji helîkopterê dadikevin, belav kirin.

Helîkopter li ser keştiyê gerî û pasdaran xwe berda ser keştiyê û di nava çembereke ji keştiyên biçûk de girtin û keştî birin perava Bender Ebas ya başûrê Îranê.

Brîtanyayê di nameya ji Meclisa Ewlehiyê re şandiye de, raber kir ku bergiriya Îranê li dijî keştiyê destwerdaneke derqanûnî ye.

(fr)

 


Mijarên Din