Îran: Mîsogeriya ewlehiya Tirkiyê bi binpêkirina xaka Sûriyê pêk nayê

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf got ewlehiya Tirkiyê bi binpêkirina xaka Sûriyê dê ne pêkan be.

Têkildarî êrîşên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wezîrê karên derve yê Îranê, Tirkiye agahdar kir û got tekane rêya parastina ewlehiya Tirkiyê dê bi bicihkirina hêzên leşkerî li herêmên li ser sînorê Sûriyê ye. Di heman demê de garantiya  ewlehiya Tirkiyê dê ne binpêkirina xaka Sûriyê re pêk were.

Ajansa Arna ya Îranê diyar kir ku îro Mihemed Cewad Zerîf, di civîna parlementoya Îranê de got Îran li gorî qanûnên navdewletî  amade ye hevkariya rejîma Sûriyê û Tirkiyê bike da ku pirsgirêkên heyî çareser bike.

Serokkomarê Tirkiyê da ku demografiya herêmê biguherîne û herêmê dagir bike, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefan dixwe.

Rejîma Sûriyê, têkildarî gefên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêj daxuyanî nedaye.

(eh)


Mijarên Din