Îran keştiya Grace-1 firot lê Washington rê nade

Tehranê diyar kir ku keştiya petrolê ‘Edryan Darya-1’ firot û paşê bikir dê rêgeha keştiyê diyar bike. Her wiha Washingtonê tekez kir ku ew ê rê nede keştiya Îranê ku barê xwe vala bike.

Tehranê ragihand ku wan keştiya petrolê ya "Edryan Darya-1" (Grace-1 ya berê) ku herî dawî li Cebel Tariq hate berdan, firotiye û dê bikir rêgeha (rota) keştiyê diyar bike.

Berdevkê hikumeta Îranê Alî Rebî di daxuyaniya xwe ya îro de nasnemeya kesê keştî kirî eşkere nekir.

Îro şêwirmendê ewlekariya neteweyî yê Amerîkayê John Bolton got ji bo pêşî li destekdayîna Îranê ji terorê re, têkbirina aramiya cîhanê û binpêkirina cezayên navdewletî bigirin, hevkarî heye. Bolton li ser Twitterê got keştiya petrolê ya ber bi Tirkiyê ve diçe ne yasayî ye û divê valakirina wê li bender an jî deryayan were qedexekirin.

Ajansa AP jî ragihand ku keştiya Îranê ‘Edryan Darya-1’ di demên dawîn de ragihand ku nema diçe Tirkiyê.

(eh)


Mijarên Din