Îran hêzên xwe ber bi Dêrazorê ve dişîne

3 endamên hêzên Îranê li bejahiya Meyadîn a Dêrazorê di kemîneke çeteyên DAIŞ`ê de dîl hatin girtin, ji ber vê yekê hêzên Îranê hêzeke mezin ber bi bejahiya Dêrazorê ve şand.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê li çolistana bejahiya rojhilatê Dêrazorê kemînek ji hêzên Artêşa Parêzvanên Şoreşê yên Îranê (Pasdaran) re danî, çeteyan agir li nêzî nuqteya pasdaran a li herêmê xist. Dema ku 3 endamên nuqteyê berê xwe da cihê şewatê, DAIŞ`ê ew dîl girtin. Endamên dîl ji bajarê Meyadîn ku tev li pasdaran bûne.

Ji ber vê yekê hêzeke leşkerî ya hêzên rejîmê ji bajarê Meyadîn berê xwe da çolistanê. Di heman demê de jî, çeteyên DAIŞ`ê her sê endamên dîlgirtî, birin çolistanê.

Navenda Çavdêriyê duh diyar kir ku piştî êrîşa çeteyên DAIŞ`ê ku rejîmê derbeyên giran tê de xwarin, hêzên Îranê yên li aliyê rojavayê çemê Firatê li bejahiya rojhilatê Dêrazorê, hêzeke mezin a leşkerî ji dehan endam û alavên leşkerî anî baregehên xwe yên li çolistana Meyadînê. 

Çeteyên DAIŞ`ê di destpêka Tebaxê de êrîşî cihên hêzên rejîmê û Îranê li bejahiya parêzgeha Dêrazorê kiribû.

(jo)

 


Mijarên Din