Îranê hişyarî da dewletên Kendavê

Farmandarekî Artêşa Pasdaran a Îranê hişyarî da ku eger tu bûyer an jî nakokî li berava Kendavê pêk werin, ew ê bihêle dewletên Kendavê ji tînan bimirin!

Fermandarê hêzên deryayî yên Artêşa Pasdaran a Îranê got dewletên li başûrê Kendavê ku stasyonên wan ên ava vexwarinê hene, êdî ava wan a vexwarinê namîne û dê ji tînan bimirin eger bûyer li ava Kendavê pêk were.

Elî Rîda Tenksîrî diyar kir ku kendav bi dirêjiya 250 hezar km çargoşe ye û ew kendava girtî ye, eger keştî yan jî keştiyên biyanî ku li bi sotemeniya nukleer dixebite û rastî bûyerekê were, dê dewletên herêmê rastî pirsgirêkeke demdirêj werin.

Her wiha Tenksîrî da xuyakirin ku pêwîstiya Kendavê bi mîsogeriya ewlehiyê heye û Îranê jî nameya aştî, hevaltî û ewlehiyê ji dewletên li başûrê Kendavê re şand.

Fermandarê Hêzên Deryayî destnîşan kir ku dewlet dikarin mîsogeriya ewlehiya Kendavê bikin û destnîşan kir ku 7 dewletên li başûrê Kendavê û Îranê dikarin mîsogeriya ewlehiyê bikin.

Her wiha rêyên ber bi Kendavê û berava Kendava Omanê û giravên Îranê li Kendavê di ewlehiyê de ne û îdîa kir ku Tehranê her tim hewl daye mîsogeriya ewlehiyê bike.

Tenksîrî got hebûna biyaniyan li herêma Kendavê, ewlehî û îstiqrarê têk dibe.

(jo)


Mijarên Din