Îranê bersiva hikumeta Cebel Tariqê da

Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku beramberî serbestberdana keştiya petrolê ya ‘Grace 1’ Tehranê garantî nedaye Brîtanyayê yan jî hikumeta Cebel Tariqê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Abbas Mûsawî îro daxuyaniyek da û got: "Ji destpêkê ve Tehranê ragihand ku Grace 1 ne li Sûriyê ye, her wiha jî heke keştî li Sûriyê be jî tu karê kesî pê neketiye. Tehran di hemû qadan de, petrol û enerjî jî di nav de, destekê dide Sûriyê û ji firotina petrolê ji zibûnên nû yan kevn re, amade ye."

Serokwezîrê hikumeta Cebel Tarq gazinên xwe têkildarî keştiya li Sûriyê hatiye serbestberdan anî ziman û tekez kir ku hikumeta wî pêşbînî dike ku Tehran paşde gav naavêje û keştiyê dê bişîne Sûriyê. Di heman demê de tekez kir ku keştî dibe yan îro yan jî sibe ji Cebel Tariq derkeve, ev jî li ser hurgiliyên birêvebirinê dimîne.

Hikumeta Cebel Tariq a di bin serweriya Brîtanyayê de, bi îdiaya ku keştî ber bi Sûriyê ve diçû û ev yek jî cezayên Ewropayê yên der heqê Şamê de binpê dike, keştiya Îranê di destpêka Tîrmehê de girtibû.

(eh)


Mijarên Din