Îranê 36 kesên ku destê wan di kuştina Suleymanî de heye diyar kirin, Trump jî di nav de heye

Serdozgeriya Giştî ya Tehranê îro ragihand ku 36 kesên destê xwe di kuştina fermandarê Feyleq El-Quds a girêdayî Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî de heye, ji nav wan jî serokê DYA’yê Donald Trump, eşkere kirin.

Li gorî ajansa Talebe ya Îranê, Serdozgeriya Giştî wiha da zanîn: "36 kesên destê wan di kuştina Hac Qasim Suleymanî de heye, diyar kirin, ji nav jî berpirsên siyasî û leşkerî yên DYA’yê û hikumetên dîtir hene, her wiha muzakereya girtinê hat derxistin û polîsên navneteweyî li dijî wan bi fermana xeta sor ragihand.              

Serdozgeriya Giştî wiha da zanîn: "Dê di serê lîsteyê de serokê DYA’yê Donald Trump hebe.”

Fermandarê Feyleq El-Quds a Îranê Qasim Suleymanî bi derbeyeke DYA’yê li balafirgeha Bexdayê di 3’yê Çileya borî de tevî cîgirê serokê Desteya Heşd El-Şabî yê berê Ebû Mehdî El-Muhendis hatin kuştin.

(fr)


Mijarên Din