‘Ramanê Ocalan garantiya ewlehiyê ye’

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk Mihemed Til Kerma got: “Serkeftinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin berhemên ramanê Rêber Abdullah Ocalan in. Ramanê Ocalan garantiya tekane ya ewlehiya herêmê ye."

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk ê navçeya Dirbêsiyê Mihemed Til Kerma girîngî û rola ramanê Rêber Abdullah Ocalan di projeya demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûniştandin de vegot.

Til Kerma di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku her netew û gel xwedî rêber an jî kesayetek ku pê serbilind in. Til Kerma got: “Gelê Kurd jî xwedî Rêber Abdullah Ocalan e û bi rêberê xwe serbilind in. Rêber Ocalan di pêvajoyekê de derket ku li dijî gelê Kurd komkujî û qirkirin dihat kirin. Ji ber ku dijminê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurd tunekirina gelê Kurd, çand û zimanê wê ragihandin. "

Til Kerma bal kişand ser felsefeya Rêber Ocalan a girêdayî berxwedana ji bo azadiyê û ev tişt anî ziman: "Heger mirov ramanê Rêber Abdullah Ocalan bixwîne wê têbighêje ku divê mirov hertim di nava nakokiyan de be, heta ku bigihe heqîqetê. Felsefeya Ocalan guhertinek mezin di zihniyeta  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêkir û rêya berxwedana ji bo azadiyê, xilasiya ji kevneşopiyên paşverû û zihniyeta desthilatdar nîşan da."

Mihemed Til Kerma di berdewama axaftina xwe de got: “Rêber Abdullah Ocalan bûye sembola berxwedanê, gelê Kurd bi rêya analîzên wî xwe û armancên xwe nas kirin.  Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî ramanê Rêber Ocalan taybet ê girêdayî demokrasiyê û parastina mafên gelên bindest, pêkanîna jiyana hevbeş a navbera hemû pêkhateyên herêmê sîstema xwe ava kir. Ji ber ku ramanê Ocalan garantiya tekane ya ewlehiya herêmê ye."

Til Kerma di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Serkeftinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin berhemên ramanê Ocalan in. Ji destpêka şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê gelên herêmê xwe spartin ramanê Ocalan. Di her qadan de şoreşek pêk hat. Gelên herêmê xwe ji komkujiyan parastin. Bi saya ramanê Ocalan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar bûn. Ramanê Ocalan di mejî û wijdana gelên azad de mayînde bûye.”

ANHA


Mijarên Din