Ralph Abraham: Tevî şer jî ez bi pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêfxweş im

Endamê Kongreya Amerîkayê Ralph Abraham da zanîn ku ew hatiye Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku destekekê bidin rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Endamê Partiya Komarparêz ê di Kongreya Amerîkayê Ralph Abrahamde û şandeya pê re, serdana navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Reqayê kir û bi civîneke dirêj dûrî dezgehên çapemeniyê, bi hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û Ebd Hamid El-Mihbaş re li dar xist.

Piştî civînê endamê Partiya Komarparêz û serokê Komîteya Parastina Kurdan di Kongreya Amerîkayê de Ralph Abraham, ji dezgehên çapemeniyê re axivî.  Abraham wiha got: "Ez li vir im ji bo ku destekê bidim rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi rêveberiya van her du kesên hêja."

Abraham kêfxweşiya xwe bi pêşketinên ku li Bakur û Rojhilatê diyar kir û wiha dewam kir: "Ez bi pêşketinên ku li Reqayê çêbûne, kêfxweş im. Ev bajar di pêşketinan de dewam dike wekî ku her roj tav hiltê."

Abraham piştrast kir ku tiştên ku wî dîtine, dê pêşkêşî kongreyê û rêveberiya serok Trump bike û wiha domand: "Ez wek endamekî kongreyê, ez ê tiştên hêja û gewre yên li Reqa û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûne û çêdibin, bigihînim hemû endamên din ên kongreyê û cîgirê serok Mike Pence û serok Trump û rêveberiya wî."

(kc)

ANHA


Mijarên Din