Rakirina tedbîran dihêle ku Koronavîrus zûtir belav bibe

Li welatên hejmara rewşên vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) kêm bûbû û tedbîrên parastinê sivik kirin, careke din vîrus belav dibe. Her wiha hişyarî hene ku muhtemel e pandemî berdewam bike.

Li gelek welatên cîhanê tedbîrên Koronavîrusê hatin girtin, lê dîsa jî vîrus berbelav dibe û heta niha hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaşt 4 milyon û 97 hezar kesî, her wiha hejmara kesên mirine jî gihaşt 283 hezarî û milyonek û 499 hezar kes jî baş bûne.

Rojnameya The Guardian a Brîtanyayê da zanîn ku zanyaran hin nîşaneyên îsbat dikin ku cureyekî vîrusa korona ya nû heye ku bi mirovan re dijî, ji ber vê yekê divê hişyar hebe û tedbîrên vê yekê baş bên girtin.

Analîzekê diyar kir ku tevî heta astekê pêşî li belavbûna vîrusê hatiye girtin, lê zêdetirî 5 hezar û 300 genomên vîrusa koronayê li 62 dewletan belav bûne, lê dîsa jî hin genom dibin mutasyon û ev nîşane ye ku vîrus bi mirovan re dijî.

Lêkolînerên ji Brîtanyayê diyar kir ku ev guhartinên li welatên cuda çêbûne, muhteml e bibin sedem ku bi hêsanî vîrus berbelav bibe.

eh


Mijarên Din