Ragihandina Êzîdxanê: Qedexekirina Çira TV’yê biryareke siyasî ye

Saziyên ragihandina Êzîdxanê biryara hikumeta PDK`ê ya qedexekirina Çira TV’yê li Başûrê Kurdistanê û qedexekirina girtina dîmenan li hundirê goristana Laleşê, şermezar kir.

Ragihandina Êzîdxanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Çira TV’yê hewl da di salên dawîn de bibe dengê êzidiyên azad û bi hemû keda xwe piştî hemleya qirkirinê bûyeran ji raya giştî re radigihîne û xuya dike ku gelek planên hedefgirtina Êzîdxanê eşkere kirin, ji ber vê yekê neçû xweşiya hin aliyên siyasî.

Ragihandina Êzîdxanê diyar kir ku biryara qedexekirina Çira TV’yê bi pêkanîna erkên xwe li herêma Başûrê Kurdistanê biryarekî siyasî ye û wiha got: "Ew cihê şermezariyê ye, bila bizanin eger çi bikin nikarin dengê azad bê deng bikin."

Nêzî 7 sal a Çira TV li Başûrê Kurdistanê dixebite, balê dikişîne ser çand û jiyana êzidiyan, her wiha cejn û şahiyên êzidiyan, lê asayîşa herêma Şêxan a parêzgeha Dihokê xebata Çira TV’yê qedexe kir.

Ji 27`ê Tîrmehê ve Çira TV nikare çalakiyên taybet ên êzidiyan bişopîne, di demekê de ku heca êzidiyan li Laleşê ku di 6`ê Mijdarê de ye, nêzîk bûye.

Laleş li herêma Şêxan a li Dihokê ye ku di bin serweriya PDK`ê de ye.

Her wiha rêveberiya Çira TV’yê jî bi daxuyaniyekê biryara qedexekirina xebata wan li herêma Kurdistanê şermezar kir û teqez kir ku hikumeta herêmê gef li xebatkarên televîzyonê xwarin ku eger kar bernedin dê werin girtin.

(jo)


Mijarên Din