​​​​​​​`Qutkirina ava çemê Firatê, encamên trajedîk nîşan dide`

Hevserokê Komîteya Aborî ya Tebqayê got: "Tirkiye bi zanabûn ava çemê Firatê qut dike. Encamên wê yên neyînî jî êdî piştî kêmbûna asta avê bi rêjeya 167 cm li ser asta stûnî ya çemê Firatê, diyar dibin. Ev jî dide nîşan ku dê di demeke nêz de karesatek rûbide.”

Dewleta Tirk a dagirker bi tevahiya rêbazên heyî heta bigihêje qutkirina avê, şerê gelên herêmê dike. Heger Tirkiye qutkirina ava çemê Firatê bidomîne, dê li herêmê kerasetek rû bide. Ji ber wê encamên neyînî yên vê qutkirinê her ku diçin li ser her du aliyên çem diyar dibin.

Ji ber wê ANHA’yê kêmbûna balkêş a asta çemê Firatê şopand û hevdîtinek bi hevserokê Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêmê Ehmed Silêman re çêkir.

Silêman encamên neyînî yên serhişkiya dewleta Tirk di qutkirina ava çem de û bandorên wê li ser herêmê vegot.

KÊMBÛNA ASTA ÇEM, DÊ PROJEYAN RAWESTÎNE

Silêman di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji navîna meha Adarê ve bandorên qutkirina avê li ser herêmê bi awayekî vekirî diyar bûn. Lê piştî kêmtirî mehekê, kêmbûna asta avê ji rêjeyên hercar zêdetir, bala Gerînendeya Av ya Bendava Firatê kişand. Av bi rêjeya 167 cm li ser asta stûrî ya bendavê kêm bûye. Yanî miqdara avê ya ku rojane digihêje bendavê gihaşt 267 m3. Ev jî dê bibe sedema ku tevahiya projeyan rawestîne.”

Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a dagirekr ava çemê Firatê li ser Sûriyê qut dike. Dewleta dagirker bi van reftariyan dixwaze destkeftiyên siyasî li herêmê bidest bixe. Dewleta dagirker di Gulana 2014`an de ava çemê Firatê qut kiribû. Di encamê de asta gola bendavê gihaşt 20 gavan. Armanca vê reftariyê amadekariya qirkirinek bi rêya avê ye.

Silêman encamên neyînî yên kêmbûna ava bendavê li ser kehrebeyê destnîşan kir û got: "Hilberandina kehrebeyê destpêka meha Adarê de di saetekê de gihaşt 13 milyon kilo wat. Lê îro ev miqdar daketiye 7 milyon wat. Heger Tirkiyê qutkirina avê bidomîne, dibe ku ev miqdar di vê rêjeyê de nesekine."

Mîna ku tê zanîn, pêwîstiya bendava Firatê di her saniyeyekê de bi 250 m3 heye, da ku projeyên çandiniyên li ser dirêjahiya beravên çem av bide. Tevî helmbûna avê. Her wiha pêwîstiya bendavê bi heman miqdarê heye da ku kehrebeyê derxîne. Li gorî qanûnên navdewletî divê miqdara ava ku di Cerablusê re derbasî Sûriyê dibe di her saniyekê de zêdetirî 500 m3 be.

Girêdayî heman mijarê hevserokê Gerînendeya Kehrebeyê ya Tebqayê Lorans El-Casim destnîşan kir ku bi koordîneya odeya çalakiyên hevbeş ên bendava Firatê, saetên kehrbeyê rojane dabeşî 12 saetan kirine. Odeyê li gorî asta ava çemê, miqdara kêmkirina saetên kehrebeyê diyar dike. Her wiha miqdara ku li ser 12 saetan hatiye dabeşkirin, li ser 4 derçûnan bi rêjeya 4 saetan ji her derçûnekê re têne dabeşkirin.  

Bi hezaran malbat li Tebqayê sûd ji ava çemê Firatê digirin ji bo ku zeviyên xwe li ser her du beravên çemê av bidin. Her wiha çemê Firatê mezintirîn jêderên ava vexwarinê ya Sûriyê ye. Ji parêzgehên Reqa, Dêrazor heta bigihêje Helebê re weke jêdera tekane ya avê tê hesibandin.

Berpirsên beşên cuda yên bendava Firatê îşaret bi xeteriyên kêmbûna mezin a asta ava ya gola Firatê kirin. Texmînên karmendên beşa Gerînendeya Avê destnîşan dikin ku asta avê di dema borî de bi awayekî balkêş kêm bûye û gihaştiye 2 metreyan.

BI DEMÊ RE DÊ BEDENÊ BENDAVÊ BIQELIŞE

Beşa Jeolojî ya ku çavdêriya binesaziya bendava Firatê dike metirsiyên xwe ji ber kêmbûna asta avê rave kir. Ji ber ku kêmbûna avê, rêjeya şiliyê di tebeqeyên cihewaz ên bendavê de dê bilind bibe. Ji ber wê dê tihna rojê zirarê bi gihîne bendavê û bi demê re dê qelişîn di bedena bendavê de çêbibin. Encamên vê dê trajedîk bin.

Hevserokê Komîteya Aborî Ehmed Silêman diyar kir ku civaka navdewletî û NY`î berpirsên encamên qutkirina Tirkiyê ava çem ne û wiha domand: "Ji ber serhişkiya rejîma Tirkiyê û ji ber ku qanûnên navdewletî binpê dike, dê zirarên vê yekê mezin bin. Ji ber wê divê civaka navdewletî xwedî li berpirsyarên xwe derkeve. Dewleta Tirk tevahiya rêbazan bi kar tîne da ku şerê gelên herêmê bike."

Li gorî qanûnê, madeya sêyemîn a hevpeymana NY`î ya maf û erkên aborî yên dewletan a sala 1947`an; dewletên ku jêderên xwezayî yên hevbeş bi kar tînin, divê her dewletek li ser bingeha agahî û şêwiriya hevbeş da ku bigihêjin asta herî baş a bikaranîna jêderan, tevbigerin. Beyî ku zirarê bigihînin berjewendiyên rewa yên dewletên din. Ev biryar ji çem û golên navdewletî yên di navbera zêdetirî dewletê re derbas dibin re derbasdar e.

Depoya avî ya stratejîk a daîm ya bendava Firatê digihêje 14 hezar û 167 m3.

(şx)

ANHA


Mijarên Din