Qutbûna kehrebeyê li Til Hemîsê dibe sedema qutbûna avê

Meclisa navçeya Til Hemîsê soz da ku ew ê avê ji şêniyan re peyda bikin heta ku pirsgirêka stasyona kehrebeyê ya Siwêdiyê were çareserkirin.

Bi dehan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya Qamişloyê li pêşiya meclisa navçeyê kom bûn û daxwaza peydakirina avê kirin, piştî ku kehrebe 24 saetan domdar li ser navçeyê qut bû. Meclisê soz da ku ew ê di zûtirîn demê de daxwazên wan pêk bînin.

Hemû pompeyên avê bi kehrebeyê dixebitin û ji ber pirsgirêka ku duh di stasyona Siwêdiyê çêbûye ya ku kehrebeyê digihîne navçeyê, av li ser navçeya Til Hemîsê qut bû.

Şêniyan daxwaz kir ku çareseriyekê bibînin û bi Desteya Enerjiyê re eleqedar bin ji bo çareserkirina pirsgirêka kehrebeyê.

Hevserokê meclisa Til Hemîsê Heyal El-Xiwêr soz da ku ew hewldanên xwe bikin ji bo çareserkirina pirsgirêka avê û diyar kir ku karmend dixebitin ji bo çareserkirina pirsgirêka kehrebeyê.

Bi sehrîcên avê û bi rêya komînan ava vexwarinê dê li şêniyan were belavkirin.

ANHA


Mijarên Din