Qurbaniyên bûyera "Peymangeha El-Ewram" gihaşt 19 kesan

Wezareta Tenduristiyê ya Misrê ragihand ku hejmara qurbaniyên bûyera Peymangeha El-Ewram gihaşt 19 kesan û 30 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê fermî yê Wezareta Tenduristiyê ya Misrê Xalid Micahid di daxuyaniyekê de wiha got: "Hejmara qurbaniyên Peymangeha El-Ewram gihaşt 19 kesan û 30 kes jî birîndaran bûn."

Wezaretê biryar da ku 54 kesên nexweş ên di hundirê Peymangeha Neteweyî ya El-Ewram de derxe û 30 kes ji wan şandin nexweşxaneya Peymangeha Nasir û yên din şandin Nexweşxaneya Dar Selam Hermel.

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Birîndar ji nexweşxaneyên peymangehên Nasir, Mûnîra û Qeser El-Enî re hatin şandin."

Li gorî daxuyaniya Wezareta Hundirîn ku şewat di encama erebeyekê ku bilez û berovajî rê li kolana Kornîş El-Nîl li pêşiya Peymangeha El-Ewram li beşa Polîsên Seyde Zeyneb hat, rû da û di encamê de 3 erebe li hev ketin û teqînek di encama wê de pêk hat. Her wiha welatî birîndar bûn û ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyan û tedbîrên qanûnî hatin girtin.

(jo)

 


Mijarên Din