QSD`ê xwe li dûrî sînor bi cih dike

Piştî ku QSD`ê erêkirina însiyatîfa Rûsya ji bo rawestandina êrîşên li djiî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, QSD`ê nuqteyên xwe yên li ser sînor vala kir û xwe dûrî herêmên sînorê di navbera Sûriyê – Tirkiyê de, bi cih kir.

Fermandariya Giştî ya QSD`ê îro bi daxuyaniyek ragihand û însiyatîfa Rûsya ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyê erê kir. Ev yek li gorî lihevkirina Sochi ya di 22`ê Cotemha 2019`an de hat.

Li gorî wê QSD`ê xwe li nuqteyên nû dûrî sînorê Tirkiyê – Sûriyê, bi cih kir.

Fermandariya Giştî ya QSD`ê Beriya niha bi daxuyaniyekê tekez kir ku ew ê mafê parastina gelên herêmê û destkefiyên wan pêk bîne û bang li Rûsya kir ku erkên xwe pêk bîne û diyalogê di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta navendî li Şamê veke.

(bx)

ANHA


Mijarên Din