QSD: Tirkiyê li herêmên dagirkirî aloziyê diafirîne da ku şêniyan bide koçberkirin

QSD‘ê, hedefkirina sivîlan bi tundî şermezar kir û got, Tirkiyê li herêmên dagirkirine aloziyê diafirîne da ku şêniyan bide koçberkirin û li şûna wan terorîstan bi cih bikin.

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê li ser zimanê berdevkê fermî Kîno Gabriyêl daxuyanî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Rewşa li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê aloz in. Ji destpêka êrişên hovane yên artêşa Tirk li dijî van herêmên êrişên bi erebeyên bombebarkirî têne kirin. Ev rewş ji herêmên din ên Sûriyê yên ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin cûda nîne.

Em hêzên Sûriya Demokratîk êrişên xwekujî û êrişên bi erebeyên bombebarkirî yên li dijî sivîlan bi tundî şermezar dike. Artêşa Tirk ji van êrişên ku sivîlan dikin hedef berpirsyar e, armanc jê afirandina tirsê ye, koçberkirina şêniyan jig und û bajarên wan e, her wiha guhertina demografiya vê herêmê ye daku malbatên terorîstan ên Uygur û Turkistan û yên biyanî ne."

ANHA


Mijarên Din