QSD’ê spasiya helwestên hikumetên erebî û rojavayî kir

QSD’ê ji ber piştgiriya wan a bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ya li dijî êrîşên dewleta dagirker a Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, spasiya helwestên dewletên erebî û rojavayî kir.

Piştî gelek daxuyaniyên hikumetên erebî û rojavayî der barê şermezarkirina êrîşên dewleta dagirker a Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) spasiya helwestên wan kir.

QSD’ê bi tweetekê li ser wiha got: "Em spasiya helwestên hikumetên erebî der barê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di van rewşên dijwar de mîna Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn, Urdin, Lubnan, Lîbya, Misr, Kiwêt û Iraqê û yên hikumetên rojavayê jî wekî Brîtanya, Fransa, Hollanda, Kanada û Almanyayê dikin.”

(fr/kc)

 ANHA


Mijarên Din