QSD`ê şaneya ku Merwan El-Fitîh qetil kiribû, girt

Yekîneyên Têkoşîna li dijî Terorê ya girêdayî QSD`ê, şaneyeke girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ku hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Merwan El-Fitîh kuştibû, girt.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand û tê de da zanîn ku Yekîneyên Antîterorê li dijî şaneyeke girêdayî çeteyên DAIŞ`ê operasyonek li dar xistiye.

Navendê diyar kir ku piştî şopandina elektronîk û meydanî, yekîneyê di 3-4’ê Îlonê de li herêma Ebû Xeşeb a bejahiya Dêrazorê, operasyonek li dar xist û şaneyeke girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ku ji 3 endaman pêk dihat, girt.

Navendê zelal kir ku ev şaneya ku hatiye girtin, hevserokê Meclisa Qanûnsaz Merwan El-Fitîh di 29`ê Kanûna 2018`an de kuştibû.

Navena Ragihandinê ya QSD`ê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku di operasyonê de gelek çek, cebilxane û wesîqetên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê bi şaneyê re girtin.

Navendê di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku Yekîneyên Antîterorê keda ji bo tunekirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û parastina ewlehî û îstiqrara herêmê dewam dikin.

(kc)


Mijarên Din