QSD: Rêya navdewletî di  bin serweriya hêzên me de ye

QSD`ê tekez kir ku rêya navdewletî ewle ye û piştî komên çete bi awayekî veşarî duh derbas bûbûn, niha di bin serweriya hêzên wan de ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çete yên artêşa Tirk a dagirker bi awayekî veşartî derbasî rêya navdewletî bûbûn, li sivîlan xistin û hejmareke ji wan kuştin.

Navendê destnîşan kir ku yekîneyên wan yekser destwerdan kir, bersiva wan da û ew ji rêya navdewletî dûr xistin.

Rê niha bi temamî vekirî ye û ewle ye, her wiha got ew di bin serweriya QSD`ê de ye.

(bx)

ANHA


Mijarên Din